7'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê pêk hat

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi dirûşma "Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye" konferansa xwe ya 7'emîn li Şehbayê li dar xist.

Konferans bi beşdariya 210 delegeyên ji hemû sazî û malbatên şehîdan ên Efrîn, Heleb û Şehbayê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna pakrewanan hate nîşandan.

Di konferansê de endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediya Yûsiv li ser rewşa siyasî axivî.

Hediya Yûsiv destnîşan kir ku siyaseta xiyanetê ti carî xizmetê ji gel û azadiyê re nake û got, "Divê gelê me destê xwe bide hev û li dijî dagirkeriyê şer bike."

Piştî axaftinan rêziknameya meclîsê hate xwendin, nîqaş li ser hate kirin û hin biryar hatin wergirtin.

Di vê çarçoveyê de biryar hate wergirtin;

"Ji bo azadiya Rêber Apo kar bê zêdekirin û îmze bên komkirin,

Hîn bêhtir xwedî li nirxên şehîdan bê derketin û xebatên malbatên şehîdan bên xurtkirin,

Li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê çalakî bên dewamkirin,

Pirtûkaneyek ji pirtûkên Rêber Apo re bê avakirin,

Ji bo malbatên şehîdan akademiyeke taybet bê avakirin."

Di dawiya konfeansê de rêveberiyek ji 5 kesan hate hilbijartin û konferans bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.