4 şehîdên Reqayê li Minbic û Dêrikê hatin veşartin

Cenazeyên 4 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ku yek jê birazê Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif e, li bajarên Minbic û Dêrikê hatin veşartin.

Cenazeyên 4 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarên Minbic û Dêrikê hatin veşartin.

DÊRIK

Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG'ê Edhem Yûsif, Roman Dilman (Agir Urmiye) û Endamê Hêzên Asayîşê Yasir Biro ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û birin goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, Deste, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Li goristanê, merasîmeke leşkerî pêk hat. Piştre Hevserokê Desteya Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif, ku metka şehîd Edhem e û Hevserokê Meclîsa Damezrîner Mensûr Sleûm axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û diyar kirin, wan ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ji zilma çeteyên DAIŞ′ê canê xwe feda kirin. Her wiha diyar kirin, ku ew ê tola şehîdan hildin, neteweya demokratîk û federaliyê ava bikin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mirî Hesen Xelef ku 18'ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, ji nexwşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û birin goristana Şehîdên Minbicê.

Di merasîma oxirkirinê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî û cîgirê wî Qasim Remo û endamên saziyên sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîmeke leşkerî pêk hat û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef Îbrahîm, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser rola şehîdan di parastina axa welat û parastina destketiyên şeroşê de.

Di dawiyê de hate gotin, ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên azadiyê bin.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.