34 partî û tevgerên siyasî li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan

34 partî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Armanc ji êrîşan dagirkerî û qirkeriyeke nû ye. Bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin."

Li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûn dewam dikin.

34 partiyên siyasî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê hate dayîn.

Daxuyanî bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî ji aliyê endamê Partiya Muhafizkaran Ednan Izo, Endamê Partiya Yekitiya Suryan Gabrîal Şemûn û serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, di gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî de bang li dewleta Tirk a dagirker hate kirin ku li gorî herdu peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019'an de hatine îmzekirin, tevbigere û tu operasyonên leşkerî û êrîşên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk neyne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên dijminane li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên bêmirov û bombebarankirina bajar, bajarok, gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê didomîne. Herî dawî jî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê êrişî cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir."

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk projeya xwe ya berfirehkirina dagirkeriyê li herêmê dewam dike û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û sûcên şer li dijî sivîlan pêk anî. Her wiha qirkirina etnîkî, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk pêk tîne."

Partî û tevgeran, nebûna helwesteke tund a Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî binpêkirinên qanûna navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve, weke sedema dewamkirina êrîşan û berfirehkirina qada dagirkeriyê û dewamkirina projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk nîşan da.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin, Tirkiye ku endamê Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye, li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tevdigere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne û wiha hate gotin, "Bi salan li ser sînorên xwe li dijî DAÎŞ'ê şer nekiriye; berovajî vê çûn û hatina terorîstan ji bo Sûriyeyê hêsan kir û alîkariya serkirdeyên terorîstên DAÎŞ'ê û El-Nûsra li navçeyên ku dagir kirine, dike."

Daxuyaniyê bal kişand ser xetereyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û wiha dewam kir, "Her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêwê hemû destketiyên hevpeymana navdewletî û hevpeymanên wê bi Hêzên Sûriyeya demokratîk re têk bibe. Her wiha hewlên wan ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst qels dike û dibe sedema pêlên penaberiyê ji bo Ewropa û welatên herêmê. Di heman demê de cihekî guncaw ji bo terorîstên herî xeter ku di kamp û zindanan de ne, peyda dike da ku carek din li herêmê zindî bibin."

Partiyên siyasî û tevgerên li herêmê di daxuyaniyê de bang li li welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî û di serî de Amerîka, Brîtanya û Fransa, her wiha li Federasyona Rûsyayê kir ku li dijî dewleta Tirk tedbîrên tund bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên wê bigirin û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kirin: "Da ku pêşî li êrîşeke nû ku wê jiyana milyonan mirovan bixe xeteriyê, bigirin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrîşê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermirovî, hesab ji dewleta Tirk bê xwestin."

Navên partiyên ku daxuyanî dane wiha ne: "Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Tevgera Nûjen a Kurdistan, Partiya Komarî ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Tevgera Reform-Sûriyê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafizkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk, Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî (parti), Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokratîk) û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)."