30 sal in li ser soza xwe ne
Gundiyên Badiyanê ku beriya 30 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin, diyar kir ku ew li pey soza xwe ne ya ku dane wî. Gundiyan anîn ziman ku wê heta dawiyê bi PKK'ê re bin.
Gundiyên Badiyanê ku beriya 30 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin, diyar kir ku ew li pey soza xwe ne ya ku dane wî. Gundiyan anîn ziman ku wê heta dawiyê bi PKK'ê re bin.
Di salvegera 23'an a komploya navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, gundiyên Badiyanê yê Tirbespiyê qala dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Beyrûdê kirin.
Badiyaniyan gotin, "Me soz dan Rêber Abdullah Ocalan, em ê heta dawiya emrê xwe karên partiyê bikin."
'HÛN HEMÛ JI MIN BÊHTIR WÊREK IN'
Salih Seyîd anî ziman ku cara yekê sala 1991'ê, cara duyem jî sala 1996'an Ocalan dît û qala wê hevdîtina destpê kir:
"Du caran çûm dîtina Rêber Apo ye. Cara destpêkê sala 1991'ê em bi malbatî çûn Beyrûd-Lubnanê. Wê demê texmînî derdora 80 hezar kes li qada Rêbertî li hev civiya bûn. Her kes li qadeke berfireh kom bûbûn. Êvarî bû. Gotin ku wê Rêbertî bê û her kes li qadê civiyan.
Rêbertî derket ser cihekî mîna şaneşînê. Nizanim ku Rêbertî di nava wê gireyê de çawa û ji ku hat. Nêzî sê saetan axivî. Axaftina wî bi giranî li ser welatparêzî, rastiyaa Kurd, rastiya dijmin û pêvajoyê bû. Piştî axaftina ji sê saetan Rêbertî xwest ku yên ji bajarê nêz hatine vegerin. Hin malbatên ji Efrîn, Heleb, Şam û Kobanê hatibûn vegeriyan. Em ji gundên Qamişloyê çûbûn û ji ber ku cihê me dûr bû em bi şev li wir man.
Hevalê Levent sibehê hat û got, Rêbertî wê careke din bê. Em hemû li benda hatina Rêbertî sekinînin. Danê nîvro Rêbertî hat. Di axaftina xwe ya destpêkê de got, 'Hûn hemû ji min bêhtir wêrek in, gelek ji we li gel vê pêvajoya krîtîk li vir mane'. Tevî Mele Abdurrahman û çend kesan em li ser kevirekî rûniştî bûn û li Rêbertî guhdarî dikir."
'BÛ ÇAVKANIYA JIYAN Û HEBÛNÊ JI BO KURDAN'
Salih Seyîd jî qala hest û fikrên xwe kir: "Rêbertî hem êvarê hem jî serê sibehê di axaftina xwe de bersiv dida pirsên di hişê me de. Li wê derê ti nakokî bi me re nema. Beriya ku em pirsa xwe bikin Rêbertî bersiva wan dida. Osman Sebrî ji bo vegotina rastiya Rêbertî gotinek digot. Digot, 'Rêbertî ji Osman Sebrî re got, 'Tu Apê me ye, em li ser şopa te ne'. Osman Sebrî wê demê nexweş bû. Wî jî ji Rêbertî re got, 'Na, tu rêberê me ye. Tişta ku te kir me nekarî bike. Te keç û xortên Kurdan li hev civandiye û rastiya şerê li gel hev, rê û rêbaza şer hînî wan kiriye. Tu yê Kurdistanê ava bike. Tu Rêberê Kurdan e. Em ê li ser şopa te bimeşin'. Mîna ku Osman Sebrî got, Rêbertî ji bo Kurdan bû çavkaniya jiyanê, bû hebûna Kurdan."
'HEVRÊTIYA XWE, RÊXISTINIYA XWE MEZIN BIKIN'
Salih Seyîd ragihand ku cara duyemîn sala 1996'an çû dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku vê carê ew tevî 125 kesan çû: "Cara duyemîn em bi 125 kesan çûn. 6 kes li ser daxwaza Rêbertî li wir man. Danê nîvro xwarin ji me re çêkirin, me tevî Rêbertî xwarin xwar. Piştre ji hevalên me Mihemed Îsmaîl ji Rêbertî re got, 'Tu çima ji vê koma extiyar komekê çênake û naşîne çiyê'. Rêbertî got, 'Gelekî baş e. Koma xwe ava bikin û biçin'. Li ser vê yekê got, 'Em gelekî extiyar in, nikarin li wan çiyayan bimeşin, em ê bikevin'. Di navbera me û Rêbertî de diyalogeke wiha bi henekan çêbû. Rêbertî got, 'Zarokên we li çiyê şer dikin û berxwedaneke mezin nîşan didin; hûn jî li nava gel bixebitin û gelê me bi rêxistin bikin'. Rêbertî bi daxwaz bû, çiqasî mirov qalê bike wê têrê neke. Her wiha bal kişand ser hevrêtî û dostaniyê û got, 'Hevrêtiya xwe, rêxistiniya xwe mezin bikin. Kurd xwediyê vê dozê ne, ne dostê wê ne. Mirovên biyanî eger îdeolojiya me girîng bibînin hingî ew ê bibin dostê me. Kurd ne dostê me ne, Kurd hevrêyên me ne. Demeke welê wê bê ku kadro wê neyên dîtin. Xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe ya kadro ava bikin'."
'MÎNA ÇÛYÎNA HECÊ BÛ'
Salih Seyîd Akademiya Mahsûm Korkmaz a ku Abdullah Ocalan lê perwerde dida şiband 'hec'ê û got, "Qada Rêbertî mîna çûyîna Mekke, çûyîna hecê ye. Tenê li xaka Mekkeyê ewqas mirov li hev kom dibe. Dema ku em gihîştin qada Rêbertî min ji hevrêya xw ere got ku em gihîştine xaka pîroz, gihîştine hecê. Ji ber vê yekê 15'ê Sibatê ji bo me Kurdan rojeke reş e. Em komployê şermezar dikin. Ti komplo bi qasî hêza Rêbertî mezin nîne, lewma wê komployan hemûyan têk bibin. Hebûna DAÎŞ'ê jî dewama vê komployê ye, em wê jî şermezar dikin. Ji Şengalê heta Minbicê li çar parçeyên Kurdistanê tecrîd û êrişeke giran heye. Lê belê bila dijmin vê baş zanibe ku îradeya gel a ku Rêbertî afirandiye wê ti carî neşikê. Em ê bibin ew gel ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa Rêberê xwe bin. Heta ku Rêbertî li nava xwe bibînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
'RÊBEREKÎ KU DI DEMA XWE DE DERKETIYE'
Yek ji kesên ku salên 1990'î çû dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Seîd e. Seîd diyar kir ku bi pêşniyara hevalên li qadê kar dikir, tevî çar kesan bi rê ketin û got, "Dema ku em çûn qadê, Rêbertî hate gel me û li ser welatparêzî, rêxistinî û pêvajoyê bi me re axivî. Piştî ku Rêbertî axaftina xwe qedand, me zo dan wî ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bixebitin û li ser şopa wî bin. Ji wê rojê ve em li ser soza xwe ne. Em ê wê roja ku me bi Rêbertî re derbas kir ti carî ji bîr nekin. Aramî, kêfxweşî û eşqa wê rojê wê timî di dilê me de be. Rêbertî bi vegotinê nikare bê tarîfkirin. Kesayetiyeke xwe ya mezin heye. Eger Rêberê gelekî din bûya wê teqez ji bo wî îbadet bikirana. Rêbereke ku tam di dema xwe de derketiye. Eger Rêber Apo wê demê derneketibûya niha tiştekî bi navê gelê Kurd nemabû.
'PKK WÊ HER TIM SERKETINAN LI DÎROKÊ BINIVÎSÎNE'
Partiyeke pak, mezin û xwedî şehîdan bû. Me jî ji van nirxan û felsefeya Rêbertî hez kir. Ji roja ku min Rêbertî nas kir û vir ve yekane û mezintirîn hêviya min ew e ku Kurdistan wê bi Rêbertî azad bibe. Timî bi vê baweriyê jiyamm. Jiyanek bêyî Rêbertî nepêkan e. Ez bi soza ku min daye Rêbertî dijîm. Min deriyê mala xwe di sala 1989'an de li vê rêxistinê vekir. Min bi hezaran gerîla dît, bi wan re xebitîm. Şoreşa me ya îro jî şoreşeke ku bi felsefeya Rêbertî dimeşe. Bi hêza ku me ji Rêbertî û gerîlayên wî wergirtî ev şoreş ava bû. Bi rengê milîs min dest bi kar kir, îro jî bi perwerdeya min ji wan wergirtî û bi soza ku da Rêbertî karên xwe dewam dikim.
Divê cîhan hemû zanibe ku PKK a Rêbertî ava kiriye wê ti carî neşikê, wê her tim serketinan li rûpelên dîrokê binivîsîne. Ya bi ser bikeve felsefeya Rêbertî ye."