3 kesên din ku li kampê birîndar bûbûn mirin

3 kesên din ku ji ber şewata li Kampa Newrozê birîndar bûbûn mirin.

Li Kampa Newrozê ya li bakurê Dêrik înê ji ber ku sobeya gazê teqiyabû şewat derketibû. Ji ber şewatê 4 zarok miribûn û 7 kes birînar bûbûn. Îro jî 3 kesên ku tedawî dibûn mirin.

Ji bijîşkên Nexweşxaneya Gel a Hesekê Enter Sîno ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Piraniya kesên şewitîne û anîne nexweşxaneyê, şewata wan di rêjeya 2 û 3’yan de ye ango kûr çûye, nexweşxaneyê kesên şewitîne pêşwazî kirin û rewşa her yekî ji wan wiha ye; Mihemd Hamid ji sedî 20 şewitîye û ji nexweşxaneyê hate derxistin, Ehmed Hamid ji sedî 90 şewitiye, vê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Sureya Hemûd jî ji sedî 90 şewitiye û wê jî derdora saet 3’yê sibê jiyana xwe ji dest da."