3 jinên pêşeng ên li Helincê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî yên li Helincê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Bi dehan endamên komîteyên Meclisa Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Girê Spî Maya El-Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk di 23'yê Hezîrana sala borî li dijî mala dayîka Emîne li gundê Helencê ku di encamê de Zehra Berkel, Hebûn û dayika Emîne şehîd bûbûn, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku her sê şehîd bûn pêşenga jinên berxwedêr û têkoşer ên ku li dijî pergalên faşîst disekinin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkarê sûcên dewleta Tirk ên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Jinên Girê Spî û Eyn Îsa di daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê dan.