250 kes ji nava çeteyên Tirkan veqetiyan û beşdarî QSD'ê bûn

250 kes ji koma çete yên "Mertala Firatê" ku girêdayî artêşa Tirk a dagirker e, veqetiyan û beşdarî nava refên QSD’ê bûn.

Li Minbicê 250 kesên ku di nava koma "Mertalê Firatê" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker cih digirtin, bi daxuyaniyekê ragihandin ku beşdarî nava refên QSD’ê bûne.

Kesên veqetiyane dan xuyakirin ku danûstandina serçeteyên 'Mertala Firatê' û artêşa Tirk bi wan re pir xerab bû û gotin "Îdîayên artêşa Tirk û çeteyan ên ji bo rizgarkirina herêmê ji rastiyê dûr in. Armanca wan a sereke ew e ku Tirkiye herêmê dagir bike da serdema Împeratoriya Osmanî vegerîne."

Kesên veqetiyan diyar kirin ku hemû komên di bin sîwaneya Tirkiyeyê de tev digerin dizî û talaniya welatiyên sivîl û koçber dikin. Ew komên hanê bi tewanbariya "Ev kes girêdayî DAÎŞ an jî rêjîmê ne" mal, milk û maşîneyên welatiyan talan dikin.

Ev kesên ji nava çeteyên Tirkiyeyê reviyane, destnîşan kirin ku komên "Mertala Firatê" tenê armanca wan komkirina dolaran e û ji ber vê yekê roj bi roj di navbera wan nakokî zêde dibin û şerê hev dikin.

Van kesên ku ew jî berê endamên van koman bûn, bal kişandin ser wê yekê ku Artêşa Tirk bi çavekî penaberiyê li kesên ji herêmê dinêrin û ev kes ne xwedî vîn in.

Ev kesên ji Mertalê Firatê veqetiyayîn diyarkirn ku ji Dêra Zorê zêdetirî 300 kes di nava komên "Mertala Firatê" de hatin kuştin, niha jî ev komên çete li dijî koçberên ji Dêra Zorê derdikevin û dixwazin wan ji herêmê derxînin.

Van kesan bang li ciwanên herêmê kirin ku ji nava çeteyên “Mertala Firatê” veqetin û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin da ku herêmê ji dagirkeriya Osmanî ya nû rizgar bikin.

Çekdaran destnîşan kirin ku îdîa û gotegotên Artêşa Tirk a Dagirker derbarê QSD’ê de, ne rast in û armanc ji wê yekê ew e ku navê QSD’ê reş bikin.