242  şervan ji Akademiya Şehîd Ezîz mezûn bûn

Li Akademiya Şehîd Ezîz 242 ciwanên din ên ji Dêra Zorê piştî ku perwerdehiya xwe bi dawî kirin tevlî QSD`ê bûn. Şervanan berê xwe dan eniyên Dêra Zorê da ku herêma xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Li Akademiya Şehîd Ezîz a li gundê Genterî yê navçeya Silûkê 242 ciwanên Dêra Zorê piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn.  Dewreya ku bi navê şehîd Dijwar Mustefa ( Dijwar Efrîn) bû 20 rojan dewam kir.

Fermandarên QSD`ê, rêveber û endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî û navçeya Silûkê beşdarî merasîmê bidawîkirina dewreyê bûn.

Ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên QSD`ê Mezlûm Koçer axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Mezlûm li ser berxwedana şehîd Dijwar axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê şervanan sonda leşkerî û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi govendê bi dawî bû. Şervanan berê xwe dan eniyên Dêra Zorê da ku li rex hevrêyên xwe, herêma xwe ji çeteyan rizgar bikin.