2 şervanên YPG'ê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand Arîn Bahoz ku tedawiya kansêrê dibû û Apê Mûsa Dersim ê krîza dil lê dayî şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand şervanê wan Arîn Bahoz dema ku tedawiya kansêrê dibû û Apê Mûsa Dersim li ser peywira xwe bi krîza dil şehîd bûye.
Daxuyaniya YPG'ê wiha ye: 

"Hevrê yê me Apê Mûsa li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû, roja 19'ê Çileyê di encama krîza dil de gihîşt şehadetê.

Hevrêya me Arîn Bahoz ev demek dirêje bi nexweşîya penceşêrê re têdikoşîya. Hevrêya me di bin venêrîna bijîşkan tedawîya xwe li Qamişloyê didît. Lê her ku çu nexweşîya wî giran bû û roja 31'ê Çileyê şehîd bû.

Yek ji pîrê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa, çanda welatparêziyê ku ji Seyîd Rizayan girtî ye û heta îroj anî, bû xelekek vê rêûresmê. Ew bi hesasiyetek mezin ji bo nirxên gelê Kurdistaniyan bi çanda xwe ya welatparêzî û şoreşgerî hertim li dijî her cûre dagirkeriyan têkoşiya. Çawa ku ji rêûresma Dêrsimê de li dijî kiryarên dewleta Tirk hertim serî hatî hildan, Apê Mûsa jî vê rêûresma Dêrsimê qût nebû û li dijî dewleta Tirk a dagirker, qirker û xwînmij bi tevî zarokên xwe serî hilda û bû rêwîyên azadiyê. Dewletên dagirker ên li Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşînin û dixwazin kurda ji holê rakin, Apê Mûsa wek Elewiyekê Dêrsimê, hertim di sekn û kesayeta xwe de nasnameyê xwe, baweriya xwe, rêûresma xwe û cewhera xwe parast û bi seknekî şoreşgerî tevgeriya û li dijî van kiryarên dagirkeran bi ruhê seferberiyê tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Li dijî DAIŞ û her cûre avahiyên komên çete yên dagirker bi vî ruhî têkoşîya. Apê Mûsa jî wek Seyît Rizayan ên li hember dijmin çong nedanîne bû xelekek û di her qadên Rojavayê da bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi keda xwe, girêdanbûna xwe ya welat û gel xebat meşand û ji hevrê û gelê xwe re bû îlhamek û mînakek şoreşger. Ew bû Apê Mûsa yê Pîr ji gelê xwe yê Rojava re. Em bi şehadeta wî xemgîn in, lê em ê sekna wî ya şoreşgerî û tevlîbûna wî ya jiyanê ji xwe re mînak bigrin û soza xwe dûbare dikin ku emê têkoşîna wî xwedî derkevin.

Hevrêya me Arîn ku ji malbateke welatparêz a ji bo Şoreşa Kurdistanê gelek berdêl daye hatiyê dinê. Di dema rêxistina terorî ya DAIŞ'ê ku êrişê Kobanê kiribû ew jî weke her kurdekî bi şeref berpirsyartiyên xwe yê welatparêziyê û şoreşgeriyê pêk bîne cihê xwe berxwedana Kobanê de girt. Pişt re tev li pêngavên rizgarkirina Minbic û Reqayê bû. Hevala me Arîn ku bi xwedî taybetmendîyên bi coş û dînamîk e, emrê xwe yê ciwantîyê de nexweşîya penceşêrê re rû bû rû ma. Di du salên dawî de bi vê nexweşîyê re têkoşîneke bêeman meşand. Coş û morala wî a jiyanê aliyekê wê yê berxwedêr jî derxist holê. Lê her ku çu nexweşîya wî giran bû û roja 31ê Çileyê tevlî karwanên nemiran bû.

Em ji her du malbatên xwe yên şehîd re sersaxiyê dixwazin û careke din soz didin ku hevî û xeyalên şehîdan û gelên me wê nîvço nemînin.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ye:

Nasnav: Apê Mûsa Dêrsim

Nav û Paşnav: Mustafa Guler

Navê dayik: Turkan

Navê bav: Beko

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrsim

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 19'ê Çileya 2022

****

Nasnav: Arîn Bahoz

Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Osman

Cihê ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 31'ê Çileya 2022