2 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku bi dronên ku nayî zanîn ayîdê kê ne, êrîşî Idlib û Hemayê hate kirin û di êrîşê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov ên xwekujî li derdora Meret Nesan a li bakurê Idlibê nuqteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′  bombebaran kirin, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku balafireke bêmirov a xwekuj li derdora Enkawî ya bakur-rojavayê Hemayê nuqteyeke çeteyan hedef girt, lê ti agahî derbarê kuştî û birîndaran de bi dest neketin.