19’ê Tîrmehê li Şehbayê hate pîrozkirin

Bi hezaran xelkê Efrîn û Şehbayê bi meş û şahiyeke girseyî 7’emîn salvegera ‘Şoreşa Rojava’ bi coşeke mezin pîroz kirin.

Bi hezaran xelkê Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Bi ruhê 19’ê Tîrmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û xweseriya demokratîk mîsoger bikin” li gundê Til Sûsîn ê Şehbayê li hev civiyan. Girseya gel bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Bijî Şoreşa Rojava” ber bi kampa Serdemê meşiyan.

Girseya gel wêneyên canogiriyên azadiyê û pankartên 19’ê Tîrmehê hildan. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîda Şervîn Rîfet, li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şriaz Hemû û li ser navê Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman axivîn. Qisekeran diyar kirin ku Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye û teqez kirin ku bi ruhê gelê berxwedêr û jinên azad wê Efrîn û hemû Kurdistanê azad bikin.

Piştre şano hate lîstin û stranan hatin strin. Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.