10 rojên Cenga Mezin: 4 tax rizgar bûn, 312 çete hatin kuştin
Di nava 10 rojên Cenga Mezin de 4 tax û gelek dever hatin rizgarkirin. Di şer de 312 çete hatin kuştin, 7 çete bi saxî hatin girtin.
Di nava 10 rojên Cenga Mezin de 4 tax û gelek dever hatin rizgarkirin. Di şer de 312 çete hatin kuştin, 7 çete bi saxî hatin girtin.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê bîlançoya şerê 10 rojan a operasyona rizgarkirina Reqayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê heta niha 4 tax, gundek, biryargehek leşkerî, kargehek, kelehek dîrokî û qadek hatiye rizgarkirin. 312 çete hatine kuştin, 7 çete jî bi saxî hatine girtin.
Li gorî daneyên fermî bîlançoya şerê di navbera 06-15 Hezîranê wiha ye:
Taxên hatine rizgarkirin: 4 tax (El-Meşleb, Sebahiyê, Romaiyê û Sinaa)
Deverên hatine rizgarkirin: Qada El-Cezra, Keleha dîrokî Til Herqalah, Firqa 17'an, kargeha şekir, gundê Sihêl a 7 km başur-rojavayê bajar.
Hejmara çeteyên hatine kuştin: 312
Cenazeyên çeteyên ketine dest QSD'ê: 39
Çeteyên sax hatine girtin: 7
Di nava 10 rojan de 8 motosîklet, 5 maşîneyên leşkerî, 5 maşîneyên bombebarkirî, 1 hawan, 1 obus, 3 qeyikên nav avê, Kargehek cihê teqemenîyan hatin îmhakirin.
Miqdara cebilxaneya ku şervanên QSD'ê ji ser çeteyan desteser kirine jî wiha ye:
14 kalaşnîkof, 8 BKC, 3 RPG (B-7) û 16 roketên wê, 16 heşweyên roketên RPG, 8 bombeyên desta, 20 roketên hawana 120 mm., 3 Law a artêşa tirk, maşîneyek bombebarkirî, 3 rext, 2 lap-top kompîter, 7 cihazên bêtêl ên Hytera, 3 cîhazên bêtêl ên Yaesû, 30 roketên katyûşa.
Şervanan 4 balafirên keşfê yên çeteyan jî xistin.