10 çeteyên ku êrîşî Şehbayê kirin, hatin kuştin
Şervanên Hêzên Şoreşger bersiva êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker da û 10 çete hatin kuştin, 7 çete ji birîndar bûn.
Şervanên Hêzên Şoreşger bersiva êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker da û 10 çete hatin kuştin, 7 çete ji birîndar bûn.
Li Kantona Efrînê şervanên YPG û YPJ'ê bersiva êrîşa çeteyan dan.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji parêzgeha Îdlib, herêmên bejahiya rojava ya Helebê, bajarê Ezazê û bajaroka Marî, duh êrîşe gundên herêma Şahba û Kantona Efrînê, kirin.
Artêşa Tirk a dagirker ji sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê Gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye heta seat 05:30'an bombe kir. Piştî bombebaranêziyaek mezin gihişt zeviyên welatiyan.
Li gorî agahiyên ku ji herêma Şehba hatine bidestxistin; çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Şêx Hîlal, Til Rifêt, Eyn Deqna, Til Çîçan û Til Medîq bombekir. Bombebaran heta seatên direngiya şevê berdewam kir.
Şervanên Hêzên Şoreşgeran bersiva êrîşa çeteyan dan. Li aliyê gundê Kilcebirîn di encama bersivdayîna şervanên Hêzên Şoreşgeran de 5 çete û li aliyê bajaroka Marî jî 5 çete, hatin kuştin. Her wiha li aliyê Kilcebirîn û Marî 7 çete birîndar bûn.
Her wiha şervanên Hêzên Şoreşgeran doçkeke çeteyan a 14.5 îmha kirin.
Di şer de bigiştî 10 çete hatin kuştin.