Ziyareta girtiyên nexweşt tê asteng kirin
Ziyareta girtiyên nexweşt tê asteng kirin
Ziyareta girtiyên nexweşt tê asteng kirin
Girtiyên nexweş Ergin Aktaşê ji aliyê idareya Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê ve bi hînceta “tu hêminî girtîgehê xirab dikî” sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Umraniyê kirî vêçarê jî ziyaret kirina wî tê asteg kirin.
Di roja 25’ê Mijdar ê pismamê wî ji bo ziyaretê hatibû li Girtîgeha Tipa T a Umraniyê û pişt ve hatî şundan. Pismanê Ergin Aktaş Ahmed Aktaş ji ANF’ê re axivî û da diyar kirin ku, li gorî min sedemê wê cezeyê muebetê yê Ergin ne hişt ku ez bibînim. Aktaş da zanîn ku, her hefte li Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê wan Ergîn ziyaret dikir û qet pirsgirêkek dernediket û got: “ Li cihê ku rewşa girtiyên nexweş başbikin , niha jî ji cihana dervere tecrît dikin.”
Her roj yek bi awayek sîstematîk eziyet li ser rewşa girtiyên nexweş re zêde dibin. Ji bo wê minaka herî berçav girtiyê nexweşê du milên wî neyî Ergîn Aktaş e.
WÊNEYÊ TEHDAYIYA SÎSTEMATÎK
Aktaşê ku rexmê nayê muaynekirin û ji meha Hezîranê ve bûyî li gelek girtîgehên cuda û herî dawiyê bûyîn li girtîgeha Metrisê li gel 18 girtiyên din yên nexweş û Saziya Tiba Edliyê di derbarê wî de rapora “tu li girtîgehê namînî” rastî beynameya Şaxê Têkoşîna bi Terorê re hat. Bi guhertinên di zagona înfazê de çêkirîn, jî bi erkê dayîn polîsên Şaxê TEM’ê bi hînceta ku “ ji bo parastina civakê xetere” serbest neberdan. Ji ber vê rewşê ji bo Aktaş destpêka eziyetê bû. Bi navê dermankirinê li gel girtiyên din yên nexweş şandin Girtîgeha Metrîsê yê ta niha ruyê wî nehatiye dîtin. Ji bo Aktaş wê helwesta dijî pêknainênên mirovahiyê protesto bike li gel nexweşê felç Elî Haydar Yizdiz 3 rojan ketin gireva birçî bûnê. Lê belê li şûna rewşa girtîgehê baş bikin, bi hinceta ku “hûn hêminiya girtîgehê xirab dikin” Aktaş sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Umraiyê kir.
NAVÊ VÊ TECRÎT, ZULIM, ÎŞKENCEYE!
Dama ku roja Duşemê pismamê wî Ehmed Aktaş ji bo ziyaretê çû Girtîgeha Tîpa T a Umraniyê bi bersiva memûrên înfazê re şaşgirî zivirî. Aktaş ragihand ku, memûrên înfazê gotine, li gel Ergîn nikarî hevdîtinê bike û wiha got: “Dema ku min sedemê wê pirs kir, gotin ji ber ku cezayê muebetê yê giran girtiye. Dema ku me got li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê tiştek wiha nebû û her hefte em diçûn ziyaretê jî sûdek neda. Ji min re gotin her 15 roj carekê dayîk û bavê wî hevdîtina girtî û hevdîtina telefonê jî heyvê carekê dikarin bikin, eger nekin wê bikarin carekê hevdîtina vekirî pêkbînin.”
Aktaş destnîşan kir ku, li rexmê ku nexweşe jî wek kesek bi xeter bi nav kirin û li milê din jî sirgûn kirin û têkiliyên wan qut kirin. Aktaş got: “ Em her roj ji tenduristiya wî di tirsin, ji me re dibêjin her 15 rojan carekê werin. Ev tam hem ji bo me hem jî ji bo Engîn tecrîte, zulme û îşkenceyeke.”