Ziwabûnê li Elmanya bandor li guhêzkariya çêm kir

Li Elmanya ji ber sedema ziwabûnê ya zêde ava gelek çeman kêm bû, tê gotin guhêzkariya di ser çêm re wê pir ziyanê bibîne.

Ji ber sedema ziwabûnê li gel çemê Renê, li gelek çem û robaran av kêm bû. Hê jî ji ber sedema kêmbûna avê ya li van çem û robaran û ji ber kêmbûna baranê, bandoreke neyênî li sektora guhêzkariya di ser çêm re kir.

Bi kêmbûna guhêzkariya di ser çêm re, hilberîna gelek şîrketên li qiraxên robaran jî pir kêm bûye.

Şîrketa hesin-pola ya Thyssenkrûppê ya bajarê Duîsbûrgê got, ji ber sedema kêmbûna ava Renê madeya xam bi rêjeye girîng kêm bûye. Ji bo vê jî tê gotin hîseyên borsayê yên şîrketê pir ketine.

Her wiha hate gotin yek ji hûtê kîmyayê yê welêt BASF jî hilberîna wê ya li bajarê Ludwîgshafen kêm bûye.

Li çemê Spree ya Berlînê jî guhêzkariy hatiye ber rewşa sekikandinê. Li gorî daxuyaniya Rêberiya Hawîrdorê ya Belînê ji ber kêmbûna birha çêm li gelek cihan av berevajî diherike.

Bi ava ku li hin bendavên eyaletên Brandenburg û Sachesenê dîsa ava çemê Spree heta bi astekê dihate hiştin. Ji tê gotni ji ber sedema ziwabûnê rezervên navborî jî kêm bûne.