Zilma li hemberî girtiyên nexweş hat şermezarkirin

Malbatên girtiyên nexweş ên li Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînini gotin, “Heta ku em sax bin emê têbikoşin.”

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên ku cezayên wan qediyaye lê nayên berdan û bidawîkirina tecrîda li ser girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan çalakiya xwe di roja 95’an de li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê berdewam kirin. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Deng bide zindanan” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêxistina HDP’ê ya Çeşmeyê jî piştgirî da malbatên girtiyan.

Di çalakiyê de li ser navê malbatan Hanim Sever axivî û wiha got: “Dema cezayê Hurriyet Dogan a li Girtîgeha Şakranê ku qediya ye dîsa serbest nehate berdan. Bi qasî ku ji destê me tê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em van sepanan qebûl nakin. Banga me ji bo wezîrê edaletê û serokkomar e; vaye em 4 meh in li vê derê ne û em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Heta ku em sax bin wê têkoşîna me bidome. Em şewitandina înfazan û neberdana girtiyên nexweş protesto dikin. Ma wê kî zexta êşkence, tundî û poşmaniyê qebûl bike? Di zûtirin demê de zarokên me berdin.”

Piştre jî Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe Ecer axivî û da zanîn ku desthilatdarî ji bo bekaya xwe zextê li girtiyên nexweş dike û wiha bi dawî kir: “Li odeya lijneyê poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Bi vê sepanê dixwazin qada wan tengtir bikin. Telefon tê bisînorkirin û girtî nayên dermankirin. Ji bo ku ev zilm di zûtirin demê de bi dawî bibe em hatin vê derê. Em ê her tim li vê derê bin.”

Nobeta Edaletê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.