Zîlan li Dêrsimê hat bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrsima ku di 30’ê Hezîrana 1996’an çalakî pêk anî hat bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrsima ku di 30’ê Hezîrana 1996’an çalakî pêk anî hat bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrsima ku di 30’ê Hezîrana 1996’an çalakî pêk anî hat bîranîn.
Di pêşengiya KJA Dêrsim û Meya-Der de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dêrsimê bi meşekê hat bîranîn. Girseya ji Kolana Sanat heta ber Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ya li Qada Azadiyê meşiya dirûşmên,“Rêheval Zîlan nemire” gotin. Li Qada Azadiyê jinan find pêxistin û li qada Zîlan çalakiya fedayî pêk anî gulên spî danîn. Gel, li vir demeke dirêj bi çepik û dirûşman çalakiya xwe dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo Zîlan (Zeynep Kinaci) û hevalên wê find hatin pêxistin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê Perîhan Hoşoglu got: “Hevrêyên me Zîlan, Sema yên li hember komployê xwedî bersiveke mezin bûn, serweriya zilam û polîtîkayên wê yên koledar ji kûrayî fêm kirin û bûn bersiv.”
Hoşoglu di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji meha Nîsanê ve li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin, got ku ev tecrîd li hember gelê Kurd tê kirin û şermezar dikin.
Piştî axaftina Hoşoglu jinan li qada Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiya fedaî pêk anî find pêxistin û gulên spî danîn.