Zeyneb Celaliyan ji ber pêkneanîna daxwaza xwe destbi girevê kiriye

Girtiya siyasî a Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Qereçek ji roja şemiyê ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye, daxwaza çûyina girtîgeha xwe ya berê ya Evîn dike.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku veguhestine girtîgeha Qereçek a Ûrmiyê ku ji roja şemiyê ve di 20’ê Hezîranê de, dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Her wiha Celaliyan hefteya borî dabû diyar kirin ku eger li girtîgeha Qereçek bimîne wê dest bi girevê bike. Di heman demê de jî girtiya siyasî bi vîrusa koronayê jî ketiye daxwaz kiribû ku ji derveyî girtîgehê jî bê tedawî kirin.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand, piştî şandina girtîgeha Qereçek tenê carekê Zeyneb Celaliyan birine nexweşxaneya ji derve ji bo dermankirinê. Doxtoran jî da diyarkirin ku bi vîrusa koronayê ketiye û vîrus jî li hinavên wê gera ye. Her wiha qala vê jî hate kirin ku ji ber vîrusê di bin çavdêriya doxtoran de çareseriya derman nayê kirin, di rewşekî ne baş deye û dibe dibe nefes tengiyê jî lê peyda bibe.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê eşkre kir ku Suheyla Hêcab û Sakîne Perwane du girtiyên din yên siyasî ên Kurd li girtîgeha Qereçek dest bi gireva birçîbûnê kirine. Her du girtiyên siyasî yên Kurd daxwaz kirine ku veguhezînin girtîgeha Evîn. Ji ber rewşa ne baş a tenduristiyê Sakîne Perwane jî ji bo navenda tenduristiyê ya girtîgehê hatiye veguhestin.