Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Zextên li ser rojnamevanên herêmî zêde bûn

Zextên li ser rojnamevanên herêmî zêde bûn

Li Tirkiyeya ku di warê girtina rojnamevanan de şampiyona cîhanê ye, zextên li ser çapemenî û rojnamevanên herêmî jî zêde dike. Rojnamevanê bi navê Ferhat Parlak ê ku li navçeya Farqîna Amedê dixebite, ji ber nûçeyek a ANF’ê di malperek a înternetê de parve kir, li rastî cezayê girtîgeh û pere hat, ji ber nivîsa xwe ya bi sernavê “We xwîn bi Kurdistanê da vereşandin” ket ber lêpirsînê.

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya “Sîlvan Mucadele” Ferhat Parlak diyar kir ku bi hinceta li Midûrieyta Emniyetê ya Polîsan a Farqînê heqaret li polîsê bi navê H.E. doz li wî hatiye vekirin û ji vê dozê 10 meh cezayê girtîgehê lê  hate birîn. Ev ceza ji bo temyizê çû Dadgeha Bilind.

Heman polîsî ji ber nûçeya “Polîsê Farqînê karta sor a çapemeniyê dixwaze” ya ku 21’ê adara 2012 di ANF’ê de hat weşandin û Parlak vê nûçeyê di malpera xwe de parve kir, bi hinceta “polîs kiriye hedef” û “heqaret li polîsan kiriye” doza 3 hezar TL tazmînat li Parlak vekir.

Her wiha, ji ber Parlak ji ber nivîsa xwe ya “We xwîn bi Kurdistanê da vereşandin” ya ku derbarê komkujiya Roboskî de nivîsandibû,  bi hinceta li gorî 302’yemîn madeya Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bi hinceta “xirabkirina yekitiya dewletê û yekpariya welat” li rastî lêpirsînê hat.

Parlak ji ber vê lêpirsînê îfade da.