Zextên ji ber tevna civakî didomin

Ragirtin û girtina kesên ku êrîşên li hember Efrîne rexne dikin, didomin. Li Balikesir û Îzmîrê di encama serdegirtina polîsên Tirk de 12 hatin ragirtin, li navçeya Mûşê Gimgimê jî hevserokê HDP'a navçeyê Mûzaffer Karakoyûn hate girtin.

Li navçeyên Erdemît û Marmara yên bajarên Tirkiyê Balikesirê duh 9 kes ji ber ku di tevna civakî de nivîsa 'ji şer re na' parve kiribûn, hatin binçavkirin. Bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' û 'biçukdîtina Tevgera Çiqlê Zeytûnê' dozger girtina 3 kesan ji wan xwest û sewqî dadgehê kir û 2 ji wan hatin girtin. Rewşa 7 kesan jî hê ne diyar e.

HEVSEROKA NAVÇEYA GIMGIMÊ HATE RAGIRTIN

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Mûş Gimgimê Mûzaffer Karakoyûn hate girtin. Li avahiya navçeyê ya HDP'ê, li mal û cihê karê Mûzaffer Karakoyûn lêgerîn çêbû. Destpêkê îfadeya Mûzaffer Karakakoyûn hate girtin, piştî îfadeyê ew sewqî edliyê kirin û hate girtin.

ROJNAMEVAN UMÎT KARTAL HATE RAGIRTIN

Rêveberê Weşana Giştî yê rojnameya înternetê ya xwecih ÎzGazete ku navenda wê li Îzmîrê ye, Umît Kartal bi hinceta ku di tevna civakî de dijeberiya şer kiriye, hate binçavkirin. Parêzera wî Dîlek Guzel diyar kir ku wekîlê wê bi hinceta 'operasyona Efrînê ya Tirkiyê weke dagirkirin nirxandiye' hatiye binçavkirin. Dîsa li Îzmîrê bi heman hincetê di ser malên endamê Malên Gel Ugur Goçmuş û serokê şaxa Mala Gel a Îzmîrê Nizamettin Kiliç de girtin û hatin binçavkirin.