Zeviyên li ber çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê dişewitin

Zeviyên li ber çiyayê Qerçoxê yê Mexmûrê ji saetên êvarî ve dişewitin. Li gorî agahiyê hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê agir berdan zeviyan. Şewat gihiya ber lûtkeya çiya.

Di saet 20:30’î de li navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê li ber çiyayê Qereçox şewat li zeviyên dexûdan ên herêmê ketin. Li gorî agahiyên ji welatiyên herêmê hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê agir berdane zeviyan. Her ku diçe şewat gûr bû û gihişte lûtkeya çiya.

Di heman demê de ji sibehê ve tevgerekî zêde ya balafirên keşfê û şer li esmanên herêmê hebû.

Di demên dawî de hebûn û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê pir zêde bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye sala borî yek ji kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê şewitandina dexûdanên welatiyan bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta Iraqê li gelek deveran çeteyên DAÎŞ’ê agir bi zeviyan xistibûn. DAÎŞ gefa ku an wê xwediyê zeviyan bacê bidin wan an jî wê zeviyên wan bişewitînin, dixwarin.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran hektar zevî dabûn ber agir û şewitandibûn.