Di doza Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla ku weke sûcdar tê darezandin, Reza Zarrab ê ku AKP’ê weke ‘Karsazê xudanxêr’ bi raya giştî dayî naskirin, li ser guhdarkirin û hinek qeydên din pirs jê tên kirin.
Beriya îfadeya Zarrab daraz Richard Berman, bal kişand ser belgeyên ku weke delîl hatî pêşkêşkirî kû bi raya giştî re parvekirî. Breman, destnîşan kir ku aliyan hewl dane hinek dosyayan ji belgeyan derbixin, anî ziman ji bo vê daxwaz kiriye ku belgeyan vegerîne.
Rojnamevan Adam Klasfeld, belgeya fermana Breman a ji bo dengê ku bi raya giştî re hatî parvekirin dubare bê xistina nav belgeyan.
Her wiha daraz, têkildarî gotinên Reza Zarrab ên li girtîgehê hatî kirin jî, diyar kir ku ev axaftin ji bo mafê parastina bersûc Hakan Atîlla nabe asteng
Li dadgehê dengê Zarrab hatin guhdarkirin, rastiya deng ji aliyê Zarrab ve hate piştrastkirin.
Di rûniştinê de her wiha belgeyek ji bo kargeha bi navê Safir Altin a aîdî Reza Zarrab e ku ji aliyê kargeha bi navê Royal Denizcîlîk ve hatibû amadekirin jî hate pêşkêşkirin. Tê dîtin ku belge ya Nîsana 2013’an e.
Rûniştin bi pirsên parêzerên Hakan Atîlla ya ji Zarrab dewam dikin.
Di roja 2’emîn a rûniştina dozê de Zarrab got ku bertîl daye Midûrê Giştî yê Halkbank Suleyman Aslan jî û gotibû ku Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî çeka bertîlê pejirandibû. Zarrab wiha jî got; “Serokê demê Erdogan û (Wezîrê Eknomiyê) Alî Babacan ji bo destpêkirina vê ticaretê ferman dabûn.
Di sîstema şelandinê ya navneteweyî ku Zarrab bi rêve dibir de, pereyê li pêşber petrol û gaza ku ji Îranê dihate girtin, ji hesabên xwe yên li Halkbankê dikêşa û vedigerand zêr, derketibû holê ku van zêran piştre derbasî Emîrtiyên Erebên Yekbûyî dikir. Piştre ev zêrên ku li van welatan vedigerandin pere, derbasî Îranê dihate kirin ya jî ji bo meserfên navneteweyî dihate bikaranîn. Anîbû ziman li gel bazirganiya zêr a Zarab bi bazirganiya xeyalî ya pêdiviyên xwariyê pereyên Îranê li hemberî pêkanînên DYA’yê bê ku bê astengkirin dihate veguhestin.