Zemmour: Dagirkeriya Tirk a li Efrînê rovanşa Tirk-DAÎŞ’ê ye

Nûçegihan-nivîskarê Fransayî Eric Zemmour ku tevlî bernameyan dibe bi eleqeyeke mezin lê tê guhdarîkirin got, "Rovanşa DAÎŞ, rovanşa Tirkan e ku destekê didine DAÎŞ’ê."

Zemmour di radyoya RTL’ê de axivî û got, "Du roj mabûn. Beriya pîrozkirina Sala Nû. Weke wan gotî, ji Newrozê re 2 roj mabûn. Kurdên Efrînê wê tiştekî pîroz nekin, bi revê û xweveşartinê re mijûl in."

Zemmour got, Tirk bi hefteyan in Kurdan bombe dikin, bi bombeyan Kurd 'fetisandin', ji bo dagirbûna Efrînê got, 'têkçûneke giran' û got, 'Ji bo DAÎŞ’ê rovanşeke baş e'.

Zemmour got, "Ev ji bo Tirkan ku ji mêj ve destekê didine DAÎŞ’ê rovanşeke baş e" û wiha domand, "Tirkekî payebilind got, 'Ev şervanên serketî yên dijî DAÎŞ’ê ku hevalbendên Rojavayî pir pesnê wan didan li kû ne?' û tinazê xwe kir. Lê pirs şaş kiribûn: "Di şerê dijî DAÎŞ’ê de Kurdên ku li rex Rojavayî bûn, dema ku Kurd dihatin kuştin Rojavayî li kû bûn?"

Zemmour got, Kurd ji bo ku bibin hêz pir belawela ne û ji bo hesabê wan were kirin pir kêm yek in û got, "Ji ber ku dilsozê hevalbendên xwe yên Rojavayî bûn, Vladîmîr Putîn ew avêtin ber kûçikên Tirkan."

Zemmour herî dawî got: "Ji ber ku xeyala Kurdistanê dikirin ku Kurdên Tirkiyê, Iraqê, Sûriyê, Îranê werînin cem hev. Ya berdest ji hêla hemû dewletan ve hate kêmkirin."