Zelal Bilgin: Newrozê divê kes li mal nemine

Hevberdevkea KCD’ê û ji Komîteya Amadekar a Newrozê Zelal Bigin got, ‘’Divê kesek li mal nemîne û were qada Newrozê’.

Xebatên ji bo Newroza Amedê ya bi dirûşma ‘’Faşîzm wê têk biçie gel wê bi ser bikevin’ didomin. Starta Newrozê 17’ê Adarê ye û fînala wê 21’ê Adarê wê li Amedê be.

‘EM Ê PEYAMÊ BIDIN CÎHANÊ’

Bilgin li ser xebatên wan ên Newrozê got wan xwe gihandiye 80 ji 100’î yên gundên Amedê û got,’’Gelê me bi ti awayî xwe ji pîrozbahiyên Newrozê nahêle. Baş dizane ku Newroz tê çi maneyê. Ji bo vê jî bi coşî û bêsebriyekê li benda Newroza 2018’an e.’’

Bilgin diyar kir ku bi rihê sefeberiyê ew xebatên xwe didomînin û got, ‘’Em hewl didin ku biçin her bihostek ax. Em toreke wiha ya rêxistiniyê dikin ku wê rojê divê çi kesekî ku nehatî qada Newrozê nemîne. Ji ber ku yekîtî, coşî û denge wir wê peyamê ne tenê bide vê cografayê, bide hemû cîhanê.’’

‘GEL WÊ LI RÛMETA XWE XWEDÎ DERKEVE’

Bilgin bi berdwamî got Newroz weke her carê vê demê jî wê bandorê li rojeva siyasete bike, bal kişande ser şerê li Kurdistanê ku destkeftiyên Kurdan dane ber xwe û ew ê di li dijî vê, wê êrîşan bînin ser ziman, her wiha bal kişande ser tecîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û got ji mêj ve ti agahî jê naye wergritin, êşkenceya li zindanan destnîşan kir, diyar kir ku li ser Efrînê êrîşeke giran hene û di Newrozê de li dijî van hemû rewşan gel wê helwesta xwe nîşan bide, weke her demê wê li rûmet, nasname û xaka xwe xwedî derbikeve.

Bilgin got êrîş çendî giran bin jî, bi polîtîkayên tinekirinê çendî bi ser wan de werin jî divê ew li têkoşîna ku ji berê ve didin xwedî derkevin û peyamê bidin ku ew ê têkoşînê geş bikin û qada Newrozê wê bibe zemîneke wiha, bi denge ku ji qada Newrozê geş bibe wê zindîbûnekê bide herêmê.

‘JI BO KU EM JI FAŞÎZMÊ RE BIBIN BERSIN EM BANG DIKIN’

Zelal Bilgin got ew dixwazin îsal jî li qada Newrozê bi milyonan kes bînin cem hev û got, ‘’Em dixwazin vê çoşiyê bigihînin bi milyonan kes. Bi rengê ku li Amedê kesek li malê nemîne em ê her kesî tevlê bikin. Li deverên ku destûra pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê nehatine dayin em tim bang li gelê xwe dikin. Bi milyonan ji bo xwedîderketina li vî bajarî û herêmê, ji bo ku em bibin bersiva êrîşên li ser me divê em li wir bin. Şertên şer her çendî giran bin jî, em Kurd her demê em ê rûmeta xwe biparêzin. Di vê Newrozê de, divê em coşiya biharê xwe kar bikin, ji bo ku emji gavên faşîzmê re bibin bersiv em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin qadan.’’