Zekî Şengalî: Ev şerê xiyanetê ye

Fermandara YJŞ'ê Viyan Hebab jî got, "PDK wê bi ser nekeve; em ê nehêlin."

Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî diyar kir, êrîşên çeteyên PDK-TC ên li dijî Şengalê, 'şerê xiyanetê' ye. Ji Fermandarên YJŞ'ê Hebab jî got, "Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe."

Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî beşdarî weşana Stêrk TV bû û destnîşan kir, êrîşên çeteyên PDK-TC ên li dijî Şengalê, 'şerê xiyanetê' ye.

Ji Fermandarên YJŞ'ê Viyan Hebab jî, ku tevlî heman weşanê bû diyar kir, komên çete yên êrîşî Şengalê kirine, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin. Fermandara YJŞ'ê got, "Weke hêzên YBŞ-YJŞ'ê em baş dizanin bê li pişt van êrîşan kî hene û armanca van êrîşan çi ye. PDK dixwaze YBŞ-YJŞ'ê têk bibe û ji Şengalê derxîne. Lê belê wê PDK ti carî vê yekê bi ser nexîne. Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe."