Zêdetirî 50 hunermendan gotin: Em ê destekê bidin HDP'ê

Li Mêrsînê zêdetirî 50 hunermendan ragihandin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de destekê bidin HDP’ê.

Li Mêrsînê zêdetirî 50 hunermendan ku di nav de nivîskar, helbestvan, wênesaz, wênekêş, peykertiraş, muzîkjen, lîstikvan û derhêner cih digirin, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de destek bidin HDP’ê.

Di daxuyaniyê de hatin ku, ‘hemû bedewî ji hêla AKP’ê ve tên perçiqandin’.

Daxuyanî wiha ye: "yên ku beriya 7’ê Hezîranê bi gotina ‘hûn 400 parlementeran nedin me wê kaos derkeve’ gef li gel dixwarin, ne nûnerê 10 mîlyon kedkar, bindest û yên xizan hatî hiştin in. Desthilatdariya AKP, bi tevkariya çîna seRmayeyê mafên me demokratîk ên heyî jî ji desteser dike, ne tenê welat veguherand girtîgeheke servekirî, di heman demê de lez da qirkirina hawirdorê. Santrala nukleerî ku bajarê me tê çêkirin mînaka vê ya berbiçav e. Ji bo wê em weke hunermendên gel: ji bo wekhevîparêzî û zimanê wê yê ji tundiyê dûr, bêyî cihêkariyê ji bo zextên li ser hemû çand û baweriyan rabe, ji bo perwerdeyeke nûjen, laîk û bi zimanê dayikê bê dîtin, ji bo zextên zayendîperest ên li ser kesayetiyên LGBTÎ û jinan biqedin, ji bo ku li hemberî santralên nukleerî û qirkirina xwezayê disekine, ji bo ku li hemberî zext , êrîş, sansur û reşkirinên li ser huner û hunermendan xwedî sekneke ji dil e, em kesayetiyên li jêrê navê wan nivîsandî radigihînin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe didin HDP’ê.

Navên ku îmze dane daxuyaniyê ev in;

Nivîskar, lîstikvan şanoger, muzîsyen, ressam û hunermendên piştgirî dan wiha ne: Adîl Okay, Ali Kagan Aydın, Alî Osman Abali,  Ali Sesal, Ali Ziya, Asli Atas, Asım Îçli, Azad Înan, Bager Şen, Bayram Karataş, Bektaş Kandemir, Cafer Demîrtaş, Çîgdem Akbaba, Cîhan Bariş Bûdak, Dogan Mûnzûroglû, Denîz Çaglar, Dilbirîn Bariş Bozkûrt, Emîn Aksû, Emîne Kocadag, Eray Çelîk, Erdal Dalgiç, Goksu, Guldest Arîn, Hasan Canel, Huseyîn Taş, Îhsan Gokçen, Işinsû Mujdem, Îsmail Hakkı Şîmşek, Kadîr Çat, Kahraman Ogûz, Mahmût Karabûlût, Mehmet Tekkanat, Mucahît Goker, Necmiye Demîr, Ogun Kaymak, Osman Oktar, Osman Yilmaz, Ozgur Çelîk, Ramazan Velîeceloglû, Selahattîn Çam, Serdar Keskîn, Serdar Turkmen, Serdar Gul, Tulîn Şahîn Okay, Semîr Polat, Ûfûk Yavûz, Vedat Can Înan, Welat Înanç, Yasemîn Mît, Yelîz Guzel, Yûsûf Kenan Uçer.