JI BO DERBASKIRINA ASTENGIYÊN LI PÊŞERÎ ZÊR LI SER KAXEZÊ BAZIRGANIYA PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Di rûniştina doza dozger hinek qeyd pêşkêş kir de, pîlana bertîl û veguhestina pere ya Reza Zerrab a di bin navê bazirganiya pêdiviyên xwarinê de derdixe, kifş kir. Zarrab ji bo vê pîlanê pêk bîne diyar kir ku bi Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arsalan re hevdîtin pêk aniye, destnîşan kir ku piştî hevdtinên bi Halkbankê re dawî li vê rêbazê anîne.
Zarrab got: “Du sîstem li gel hev kar dikir. Dema zêr radiwestiya me dest bi sîstema pêdiviyên xwarinê dikir.” Diyar kir ku kargeha bi navê Centrîca ya li Dûbaî yê bi vê armancê weke ‘peydakirina xwarinê’ wê bihata nîşandan. Zarrab anî ziman ku kargeha bi navê Voolgam jî pêdiviyên xwarinê difirot Îranê, diyar kir ku her du kargeh jî di bin kontrola wî de bûn. Zarrab, belgeyên sexte yên bê ka çawa bazirganiya pêdiviyên xwarinê bê amadekirin jî diyar kir ku agahî ji Hakan Atîlla girtiye.
Reza Zarab, da xuyakirin ku kargeh bi navê Rostamenî Exchange ji bo pereyê hatî bidestxistin ji Euro vedigerindin Dîrhemê bikar danî.
Zarab bibîr xist ku her dema Midûrê Giştî yê Halkbankê ‘lêdigeriya’ neçar bû bertîlê bide, ji bo derbaskirina vê jî îdîa kir ku hinek caran bi rêya bernameyên bi navê Photoshop îmzeyên Happanî li ser ewraqan dihatin bicihkirin.
BI ÎRANÊ RE TIM DI NAVA TÊKILIYAN DE BÛN
Zarrab anî ziman ku bi rêveberên Îranê re tim din ava têkiliyan de bûn, diyar kir ku yekane tiştên rêveberên Îranê dixwestin ew bû ku ‘pere bê razandin’ bi çi rêbazê çawe bibe ji bo wan ne girîng bû. Zarrab destnîşan kir ku ji ber hinek astengiyên DYA’yê yên li ser bazirganiya zêr a Îranê, bi rêbazên mîna bazirganiya pêdiviyên xwarinê bikar tanîn.
Zarrab bal kişand ser civînên bi rêveberên Îranê re û diyar kir ku Gulana 2013’an di civîneke li Hotela Marrîott a Enqerê di mijara divê Midûrê Giştî yê Halkbankê rast e rast ‘pereyan bi razîne’ zext kiribûn.
DARAZ FIKARÊN XWE ANÎBÛN ZIMAN
Darazê doza Zerrab Rîchard Berman, îro beriya ku rûniştina dozê destpê bike diyar kir ku di demê pêş de dengekî ku ‘gelek tiştan bandor bike’ heye û beriya ku vî dengî bi dozger re parve bike ji bo ‘selametiya dozê’ daxwaz ji dozger kiriye ku rastiya vî dengî were lêpirsin. Berman got ku vî dengî naxwazin ‘sivik bigrin’ û ji bo rastkirina vê jî gelek rêbaz hene û yek jî van jî divê Zerrab bixwe bibêje. Berman her wiha got ku ew bi xwe bifikare ku vê mijarê bîne rojevê. Diyar kir ku dozgeriyê îtirazên têkildarî piştrastkirina van dengan a parastinê jî red kiriye.
YÊN LI TIRKIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DENGÊN QEYDKIRÎ
Li aliyê din Rojamevan Adam Klasfeld dengên ku ji raya giştî re hatîn eşkerekirin, parvekir. Li vir axaftina di navbera Zarrab û Rêveberê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla ku li Dûbaî wê bazirganiya xorak çawan bikin heye.
Klasfeld diyar kir ku yên li Tirkiyeyê nekarîne xwe bighîhînin dengên qeydkirî û got ku bi îhtimalekî mezin Soûncloûd asteng kiriye.
ANÎBÛZIMAN KU ERDOGAN DESTÛR DAYE Û BANDORA WÎ HEYE
Zarrab ê Adara 2016’an ku li DYA’yê hate girtin û bi ji bazirganiya neqanûnî ya bi Îranê û şelandina DYA’yê tê darezandin, piştre qebûlkiribû ku wê her tiştî dizane parve bike. Zarab ê ku wê bi dehan sal cezayê girtîgehê bigire, ev 3 roj in weke ‘Şahid’ di doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla de îfade dide.
Zarab di rûniştina roja yekem de anîbû ziman ku 45-50 milyon Euro bertîl daye Wezîrê Aboriyê yê berê yê AKP’yî Zafer Çaglayan, ji bo vekirina hesabek li Aktîf Bankê ku rojane 5-10 milyon eûro jî Wezîrê YE Egemen Bagiş alîkarî kiriye.
Zarrab di îfadeya xwe ya duh de jî bibîr xistibû ku bi fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wezîrên Tirk ketine dewreyê û got: “Serokwezîrê Demê Erdogan û Musteşarê xizîneyê (Wezîrê Darayiyê) ji bo ev bazirganî destpê bike, bi xwe fermana vê dabûn.” Zarrab got: “Serokwezîr Erdogan û Alî Babacan ji bo alîkarîkirina bazirganiya zêr ya bi Îranê re ferman daye kesayetên Vakifbank û Zîraat Bankê.” Diyar kiribû ku çerxa bertîlê ya navneteweyî bi destûra Erdogan û bondora wî ketiye meryetê.