Zarrab di roja 2’an de jî têkiliyên qirêj vedibêje
Reza Zarrab ê yekane kesên li ber çerxa ku bi salan AKP a ku dixwest pêkanînên navneteweyî sist bike ye, li New Yorkê di roja duyemîn a rûniştinê de çerxa qirêj vedibêje.
Reza Zarrab ê yekane kesên li ber çerxa ku bi salan AKP a ku dixwest pêkanînên navneteweyî sist bike ye, li New Yorkê di roja duyemîn a rûniştinê de çerxa qirêj vedibêje.
Riza Zarab ê şahidiyê ji doza Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla tê darezandin dike, yek ji wan kesên ku demekê AKP avakirî û bi xelatan dihat nîşankirin bû. Zarrab, kiryarên qirêj ên li gel Hikûmeta AKP’ê ya bi armanca şikandin û sistkirina pêkanînên navneteweyî ya li ser Îranê ku bi rêya Halkbanê pêk danîn, vedibêje.
Zarrab di roja duyem a dadgeha bi jûriyan destpê kir de axivî û sûcê xwe qebûl kir, anî ziman ku di pêvajoya binçavkirinê ya li bajarê Manhattanê de, hatiye gefkirin. Zarrab, diyar kir ku ji bo wê xwe spartiye Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) û ji aliyê wan ve hatiye parastin.
Zarab ê veguhestina pereyan a ji Hindistan ji bo Îranê vedibêje, bal kişand ser rola Wezîrê Aboriyê yê berê Zafer Çaglayan û Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arslan hene.
Li ser pirsa pereyên li Hindistanê dihatin komkirin çawa vediguhestin Tirkiyeyê, Zarab destnîşan kir ku pereyê mijara gotinê rêveberên Îranê li ser Halkbankê wê ji bo wan veguhestana. Zarrab diyar kir ku pereyên ji Hindistanê dihatin ji Halkbankê bi bankeke din a Tirk, ji wir jî ji bo wan li li pêşberî pere zêr bihatiba guhertin, Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arslan di rewşekî ku hesabê wî yên li bankên kargehên li Hindistanê eşkere bibin, diyar kir ku wê lihevkirinê betal bike.
Zarrab bibîr xist ku ji hinek welatan li ser Halkbankê pere veguhestine Îranê û bertîl girtine, anî ziman ku bi Wezîrê Aboriyê yê berê yê AKP’ê Zafer Çaglayan bi rêveberên Îranê re çend caran civiyane. Zarrab diyar kir ku di civînan de rêveberên Îranê qala veguhestina pereyan a ji bo Halkbankê dikirin.
Zarrab anî ziman ku dayîna pere yan jî razadinên navneteweyî yên dewlet an kargehên ji Îranê, rast e rast ji aliyê Halkbankê ve were dayin, ev pêşniyar ji aliyê Midûrê Giştî Suleyman Arslan ve bi xeter hate dîtin û nehate qebûlkirin.
Zarab , diyar kir ku Arslan li şûna rast e rast perê bê dayîn bi ‘sîstema em dizanin’ israr dikir, ev jî tê wateya ku ev razandin ‘bi rêya wî’ bê kirin. Yanî Midurê Giştî yê Halkbankê, bi awayekî hêsanî bê kifşkirin li şûna ku pereyê rast e rast ji bo Îranê birazîne, çerxa ku bi rêya Zerrab hatiye avakirin pere razadinê qebûl kiriye.
Riza Zarrab di îfadeya xwe ya duh de diyar kiribû ku45-50 milyon dolar bertîl daye Zafer Çaglayan ê berê wezîr, ji bo ji Aktifbankê hesap vekim Wezîrê YE'ê Egemen Bagiş alîkari da min.