Zarrab: Banka bi fermana Erdogan ketin nava liv û tevgerê

Yek ji navê sereke yê çerxa AKP'ê ya ji bo têkbirina pêkanînên navneteweyî ava kir Reza Zarrab, di rûniştina roja duyemîn de got, bi fermana Erdogan bi xwe hat xwestin ku bankayên Tirk navbeynkariyê bikin.

Di doza ku Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê yê berê Mehmet Hakan Atîlla tê darizandin de, Reza Zarrab şahidiyê dike. Zarrab li ser karên bi hikumeta AKP'ê û bankayên Tirk ji bo têkbirina pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê kirin, agahî da.

Zarrab di axaftiya xwe de diyar kir ku ji bo bazirganî bi Îranê re bê kirin û bi vî rengî pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê bên têkbirin, Serokwezîrê wê demê Serokkomarê niha Recep Tayyîp Erdogan bi xwe erê kiriye û bi vî rengî bankayên Tirk dest bi kar kirine.

'ME TI TIŞTEKÎ KU ÇAGLAYAN DI NAV DE NEBÛ, NEKIR'

Zarrab qala çerxa bertîlê kir ku tevî wezîrê berê yê aboriyê Zafer Çaglayan digerandin û anî ziman ku wî gelek caran bertîl daye Çaglayan. Zarrab got, "Min ê ji Zafer Çaglayan tiştekî veşartî nekiribûya. Wî erê kir. Me tiştek bêyî Çaglayan nekir. Me hesabên heyî bi kar anîn û Zafer beg jî para xwe ji kara derket holê wergirt."

ERDOGAN BI XWE FERMAN DAYE BANKAYAN

Zarrab ragihand ku Zîraat Bank û Vakifbankê jî xwestine ji bo bazirganiya zêr a bi Îranê bikevin dewrê û hatiye xwestin ku çerxa bi Halkbankê re danîne hatiye xwestiye ku bi van bankayan re jî bê danîn. Zarrab got, "Serokwezîr (Erdogan) ferman da Zîraat Bank û Vakifbankê. Zafer beg got, Serokwezîr erê kiriye ji bo bi Zîraat Bank û Vakifbankê re bixebitin."

Ji bo 'Serokwezîrê wê demê kî bû?' ya dozger, Zarrab got, 'Recep Erdogan'. Di dema pêş a îfadeya xwe de navê Erdogan da.

Piştî guhdarîkirina qeyda deng a ji aliyê FBI ve hatin guhdarîkirin, Zarrab gotinên di qeyda deng de hate bihîstin, dubare kir. Zarrab got, "Serokwezîr (Erdogan) û Alî Babacan (wezîrê maliyeyê yê wê demê' erê kirin." Der barê bazirganiya zêr a ji bo pereyên ji Îranê re bê ragihandin Zarrab got, "Ez dibêjim ku Serokwezîrê wê demê û wezîrê hazîneyê yê wê demê Babacan ferman dan û erê kirin ku Zîraat Bank û Vakifbank ji navbeynkariya karê bi Îranê re bikin."

Dozger jê pirsî ku ev agahî ji kê standiye, Zarrab jî got, ji Zafer Çaglayan stendiye.

Di rûniştina duh de Zarrab her wiha anî ziman ku li bajarê Manhattanê, di binê çavan de gef lê hatiye xwarin. Zarrab diyar kir ku ji ber vê yekê Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) ew xistiye nava pergala parastinê.

Zarrab qala pereyê ku ji Hîndîstanê ber bi Îranê ve bihatina veguhastin û bal kişand ser rola wezîrê aboriyê yê berê Zafer Çaglayan û Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arslan.