‘Zarokên leşker’ ên Erdogan li Elmanyayê ne!

Heman dîmenên ku Serokkomarê Tirk Erdogan cilên leşkeran li zarokan kiribû û derxistibû ser dikê, li Elmanya jî hat dîtin. Li bajarê Herfd li mizgefteke DÎTÎB’ê çekên pêlîstik dan destê zarokan, cilên leşkeran lê kiribûn û sirûdên nîjarterest qîr dikirin.

Dîmenên li mizgefteke girêdayî Saziya Diyanetê ya dewleta Tirk DÎTÎB a li bajarê Herford ê Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) hatin dîtin, dîmenên dema Naziyên Elmanya ‘Ciwanên Hîtler’ dixe bîra mirovan.

Saziya DÎTÎB’ê ya yek ji saziyên qirêj ên rejîma AKP’ê ya li Elmanyayê li ser kar e, di aktivîteyeke li mizgeftekê de komeke zarokên temenê wan di navbera 4 heta 7 salî de cilên leşkeran lê kirin, piştre jî çekên pêlîstik dan destên wan û sirûdên nîjatperestî qîr dikirin.

DÎTÎB’ê weke ku karekî qenc kirî, dîmenên zarokan li ser tevnên civakî parvekirin. Lê ev dîmen bû sedem ku siyasetmedarên Elman nerazîbûna nîşan bide û ev nerazîbûn bû sedem ku dîmen li ser înternetê bê rakirin.

 ‘DÎMENÊN SOSRET’

Parlementerê Yekîtiya Demokrat ên Xiristiyan ên herêma Herfordê Carsten Lînnemannn diyar kir ku dema dîmen dîtine şok derbas kirine. Lînnemann anî ziman ku di van dîmenana de carekî din xuya dike ku DÎTÎB yek ji saziyên parlelel ên bi desthilata Erdogan re li Elmanyayê kar dike ye.

Mamosteyeke Herfordlû Bîrgît Ebel jî di hevpeyvîna bi çapemeniyeke herêmî re kirî, anî ziman ku hinek zarokên Tirk bi henam cilan diçin dibistanê jî. Ebel diyar kir ku ji bo zarokên Tirk ji vê helwesta nîjatperestiyê bê dûrxistin, divê sîstema perwerdeyê bê xurtkirin û perwerdehiya mamostayan bê xurtkirin.

Serokê ŞAredariya HErfordê Tîm Sotermann jî têkildarî mijarê ji DÎTÎB’ê daxuyaniyek nivîskî xwestiye. Ostermann anî ziman ku heta niha daxuyanî nehatiye dayîn û wiha got: “Dema me dîmen dît em mamtmayî man. Li hemberî vê ne zarokan ên mezin jî ev yek bikiribana me dîsa jî erê nedikirin.”

Ostermann destnîşan kir ku ji bo lêpirsîn bê vekirin, dîmena mijara gotinê ji bo aliyên peywendîdar şandine.

Bi êrîşên dagirkirina Efrînê re 900 mizgeftên girêdayî DÎTÎB’ê ketine rojevê. Li mizgeftên ku rast e rast girêdana wan bi Erdogan ve hene, ji bo leşkerên Tirk dua tên kirin, ji ber xudbeyên nîjatperestî jî nerazîbûn zêde bûne, lê mixabin heta niha yekîneyên darazê yên Elman ti lêpirsîn nedane destpêkirin.