Zarokên Kurd ji bo Rojava ji Papa re name şandin!
Zarokên Kurd ji bo Rojava ji Papa re name şandin!
Zarokên Kurd ji bo Rojava ji Papa re name şandin!
Komek ya zarokên ên li bajarê Hagen yê Almanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên çeteyên El Nusra ê Tirkiye piştgiriya wan dike ku sivîl û zarokan qetil dike, ji Papayê alema Xiristiyanê I. Franciscum, Serok Komarê Almanya Joachim Gauck û Serokwezîr Angela Merkel re nameyek şandin û daxwazkirin ku ji bûyerên rû didin re bêdeng nemînin.
Çeteyên El Nusra a girêdayî El Qaîdeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike bi rojana li ser gelê Rojavayê Kurdistanê zarok, jin û sivîlan qetil dike cîhan hemû bêdenge. Kurdên li hemû aliyên cîhanê jiyan dikin jî bi xwepêşandanan komkujiyan şermezar dikin. Duh li Almanyayê jî zarokên ku temenê di navbera wan 7-14’an de têguhertin li bajarê Hagen jiyan dikin, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Rojava li ser zarok û sivîlan tê kirin, ji serok komar, serokwezîr û papayê alema Xiristiyanê re name şandin. Zarokan di nameyên xwe de diyarkirin ku, zarok bi awayek hovane tên qetilkirin û anîn ziman ku, tiştên têne pêkanîn li tu olên cîhanê de tuneye. Di nameyan de bêdengiya cîhanê ya li hemberî komkujiyan jî hate rexne kirin, ji Papa banga alîkariyê hate xwestin.
‘JI BO ZAROKÊN KURD DUA BIKIN’
Zarokên Kurd ji sê nameyên nivîsîn, duh yek ji wana ji postexaneya navenda Hagenê ji bo bigehe lîderê alema Xiristiyana Papa İ.Franciscum şandin Vatîkanê. Zarokan di nameya xwe de balkişande ser ku, mafê herkesê heye ku di nava aştî û hizûrê de jiyan bike, “Bitaybet pêwîste zarok hînbêhtir xwedî vî mafî bin. Ji ber ku zarok bê parastinin. Pêwîste tu kes zarokan nekuje û nexwediyê vî mafî be. Îro li Rojavayê Kurdistanê komkujî tê kirin. Mirovên sivîl û bi taybet zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin. Lê pir mixabin tevayî cîhan bêdeng e. Tenê temaşe dike.” Zarokan ku di nameya xwe El Nusra û milîtanên wê wek çete û talanker şîrove kirin bal kişandin ser van xusûsan: “Tu pêwendiya wan bi Mislimantiyê re nîn e. Hz. Muhammed dibêje; 'Kuştina mirovekî kuştina tevayî mirovatiyê ye.' Lê ew her roj mirovan dikujin, terorê dikin. Hûn lîderê cîhana Xrîstiyan in. Tevayî cîhan we guhdar dike, digire dîqqetê. Em ji we rica dikin ku ji bo ew qatil bên rawestandin bangekê bikin û ji bo zarokên Kurd ên Rojava dua bikin."
JI BO MERKEL PIRSA 'MEDYAYA ALMAN ÇIMA BÊDEND E'
Di nameya ku zarokan ji Serokkomarê Almanya Joachim Gauck û Serokwezîr Angela Merkel re şandin de jî heman daxwaz hene. Di nameya ku her du lîder tên rexne kirin de wiha tê gotin," Bi sedan mirovên sivîl û zarok hatin qetilkirin. Çima medyaya Elmanya, hîn jî li hemberî van pêkutiyên rû didin bêdeng e?” Di nameyê de tê destnîşankirin ku Elmanya dewleta herî mezin a Ewropayê ye û wer berdewam dike: " Hûn siyasetmedarên girîng ên Ewropayê ne. Ji bo zarokên Kurd ên tên qetilkirin tiştekî bikin. Ji bo rawestandina van komên çete tiştekî bikin.” Zarokan ji Serokwezîr Angela Merkel re gotin, "Hûn jinek in. Divê hûn vê êşê baştir fêm bikin."
Umît Yalgin ê 6 salî ku di nav komê de cih digire, hestên xwe bi resm tîne ziman. Bi resma ku çêkiriye mirina dayikekê û zarokeke ku sêwî maye vedibêje. Yalgin bal dikişîne ser qetlîam û pêkutiyên ku rû didin.