Zarokên bavê wan li eniya şer in bala wan li Kobanê ye

Zarokên bavê wan li eniya şer in bala wan li Kobanê ye

Gelek welatiyên Kobanê piştî zarokên xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xilaskirin û anîn Pirsûsê careke din ji bo li hemberî çeteyan axa xwe biparêzin vegeriyan Kobanê. Bala hevser û zarokên wan jî li Kobanê ye.

Malbatên kesên li Kobanê şer dikin li Pirsûsê têkoşîna jiyanê berdewam dikin. Piraniya welatiyên Kobanê yên dikarin şer bikin piştî malbatên xwe anîn Pirsûsê careke din ji bo şer bikin û axa xwe biparêzin vegeriyan Kobanê. Welatiyên Kobanê yên bi navê Zeyad Xalîb, Omer Qehreman û Abdulkerim Misto zarokên xwe li pey xwe hiştin û tevlî berxwedana YPG'ê bûn. Çav û guhê hevser û zarokên wan jî li agahiya ji Kobanê bên e.

'HETA ROJAVA JI ÇETEYAN BÊ PAQIJKIRIN'

Şervanê YPG'ê Zeyad Xalîp li pey xwe 4 zarok hişt û çû eniya şer. Hevser Fatma Edîlrizaq û zarokên wî li Konbajarê Kader Ortakaya dimînin. Fatma Edîlrizaq diyar kir ku hevserê wê ji roja YPG hate avakirin heta niha li hemberî çeteyên El Nusra, DAIŞ û hêzên din ji bo Kobanê biparêzer her tim di çeperên şer de cihê xwe girt û soza heta Rojava ji çeteyan tê paqijkirin dê ber xwe bide da.

'KOBANÊ JI BO ME PÎROZ E'

Edîlrizaq wiha axivî: "Hevserê min ji roja YPG hate avakirin heta niha bi awayekî dildar di eniya şer de cihê xwe digire. Li gundê Qilheydê yê em lê diman jî peywir dikir. Piştî çeteyên DAIŞ'ê bi tankan êrîş kirin hevserê min li Kobanê ma û em jî hatin Pirsûsê. Ji ber hevserê min li Kobanê têkoşînê dike û axa me ji metîngeran diparêze em bi wî serbilind im. Lê ji ber ku her tim zarokên min pirsa bavê xwe dikin ez hinekê dikevin zorê. Em bi bawerin ku xwîna şehîdên me li erdê namîne. Êdî em serî li kesên xwîna me dirêjin, çavê didin axa me û me talan dikin, natewînin. Rejîma Baas di nava me de reviya û niha jî ev çete dixwazin axa me dagir bikin. Wan jî êdî dît ku kurd serî natewînin. Êdî yên êrîşê li me dikin divê hesabên xwe baş bikin. Eger tê encama wan jî weke ya çeteyên DAIŞ'ê bibe. Şervanên YPG û YPJ'ê roniya çavê me ne. Êdî Kobanê ji bo me pîroz e."

Keça Zeyad Xalîd Leyla Zeyad a 8 sal jî diyar kir ku wê gelek bêra bavê xwe kiriye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê nêzî gundê me serê mirovan jêdikir. Eger YPG neba dibe ku serê me jî jêkiriban. Ji ber ku min gelek bêra bavê xwe kir ez zextan li dayîka xwe nakim lê xwişk û birayên min êdî dixwazin bavê me bê."

‘EGER DERFETÊN MIN HEBÛYA EZ Ê JÎ BIÇÛMA'

Şervanê YPG’ê Abdulkerîm Misto jî 50 salî ye û bavê 4 zarokan e. Misto li gundê Yeramaz di nava refên YPG'ê de cihê xwe girt û 4 salin di nava YPG'ê de ye. Hevsera Misto Zeynep Evdila diyar kir ku piştî 4 zarokên xwe şandin Pirsûsê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di eniya şer de cihê xwe girt û ew jî dixwaze di eniya şer de cihê xwe bigire û wiha got: "Hevserê min 4 sal berê di nava YPG'ê de cihê xwe girt. Ez niha bi 4 zarokên xwe re li Pirsûsê me û em li benda roja vegerin in. Ez weke jinek ereb vê yekê dibêjim; Çeteyên DAIŞ'ê ji kesên ji ku derê hatin nediyar pêk tê. Hevserê min Kurd e û di nava YPG'ê de şer dike. Eger niha derfetên min hebiyan min jî dixwast biçim şer. Ev çeteyên diz û tecawizkar ti carî Ereban temsîl nakin. Em dixwazin Kurd, Ereb û gelên din bi hev re bijîn."

Keça Şervanê YPG’ê Misto Mizgin Abdulkerîm jî diyar kir ku bavê wê di rêyeke bi rûmet de şer dike û ji ber perwerdehiya çekê nedît hat û lê amade ye ku ji bo azadiya Kobanê biçe eniya şer û wiha got: "Bavê min îro ji bo azadiya Kurdistanê şer dike. Min ji ber perwerdehiya çekê nedîtibû ez hatim lê niha ez amade me biçim Kobanê."

DU BIRA LI ENIYA ŞER IN

Şervanê YPG'ê Omer Qehreman jî bavê 4 zarokan e. Qehreman jî 4 zarok û hevsera xwe şandin Pirsûsê û bi birayê Abdullah Omer re li eniya şer bi hev re têkoşînê dike. Hevsera Qehreman Asya Bîlal bi 4 zarokên xwe re li Konbajar dibîne û diyar kir ku li benda roja Kobanê azad bibin in û wiha got: “Hevserê min li gundê Qilheydê weke şervanê YPG'ê dest bi kar kir û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Ez bi 4 zarokên xwe re li Konbajar dimînim. Ez nizanim şanê zarokê min ê ku bê dinê bavê xwe bibîne dê çêbibe. Ez wê nizanim lê em şahidiya, ji bo em azad bijîn pêwîste em berdêlan bidin dikin."