Zarokên Apê Nemir: Eşqa bîranînan me li vir dihêle

Zarokên Apê Nemir: Eşqa bîranînan me li vir dihêle

Zarokên Apê Nemir jî di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe digirin. Osman û Hesen diyar kir, ku ew ne tenê ji bo xaka xwe ji bo bîranînên xwe jî têdikoş in û ji bajarê berxwedanê ev bang kirin: "Me her tim xizanî dîtin. Lê em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Ev der bajarê bîranînên me ye. Eşqa bîranînên me me li vir dihêle. Kobanê ji bo me eşqeke kevn e. Em ê dest ji wê bernedin.

Her kes Xelîl Osman (Apê Nemir) ê 67 salî, ku li gel temenê xwe yê dirêj li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, nas dike. Apê Nemir ku li refên herî pêş ji bo Kobanê şer kir, piştî ku ji milê xwe birîndar bû, ew rakirin Pirsûsê û tedawiya wî hînê dewam dike. Apê Nemir ê dibêje "Ez çeka xwe bi emanetî dihêlim" destnîşan dike, ku dema ew rehet bibe ew ê li Kobanê vegere û beşdarî berxwedanê bibe. Du kurên wî yên rahiştine çeka wî, li Kobanê berxwedana wî dewam dikin. Kurekî wî jî ji ber topa hawanê ya çeteyên DAIŞ'ê birîndar bû û tê dermankirin. Kurên Apê Nemir Osman Xelîl û Hesen Xelîl li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê mezin bûne. Dibêjin ku ne tenê ji bo xaka xwe, ji bo bîranînên xwe yên li bajêr jî têdikoş in.

'REWŞ NIHA BAŞTIR E'

Bavê pênc zarokan Osman Xelîl da xuyakirin ku piştî zarokên xwe li Bakur bicih kir, ji wir li Kobanê temaşe kiriye û bi van gotinan hestên xwe yên hingî anî ziman: "Dema min li Kobanê temaşe kir, min hawanên dihatin avêtin dît. Min nekarî xwe lê rabigirim û kelogirî bûm. Piştre jî vegeriyam Kobanê. Ev du meh in jî ez wezîfeya asayîşê bicih tînim. Li vir em kontrola li ser rê dikin. Em wesayîtan disekinînin. Bi hevalên xwe re em hewl didin bajêr ewle bikin. Rewşa berê gelekî dijwar bû. Niha rewş baştir e. Hevalên me yên YPG/YPJ'ê li wan didin. Me ew gelekî bi paşve xistin. Înşaleh wê di demeke nêz de biqelihin."

DAXWAZA YEKANE YA APÊ NEMIR

Osman Xelîl da zanîn ku bavê wî Apê Nemir ji mil û lingê xwe birîndar bûye û got, "Dibe ku destê wî seqet bimîne. Berî niha bi kêliyekê bi min re axivî. Li Kobanê pirsî. Me jî jê re got ku baş e. Wî jî got, 'înşaleh em ê van ji Kobanê biavêjin'. Ji min re got, 'Ez xanî, hewşê naxwazim, bi tenê dixwazim çete ji Kobanê bên derxistin'. Daxwaza wî ya yekane derxistina DAIŞ'ê ji Kobanê ye."

'DIKARIM ZAROKÊN XWE JI BIR BIKIM LÊ KOBANÊ NIKARIM JI BÎR BIKIM'

Osman Xelîl anî ziman ku li Kobanê bi tenê xaniyekî wan ê ji odeyekê û hewşeke wan heye û got, "Hawan li wir ketibe çi ye, lê neketibe çi ye. Em êdî hînî xizaniyê bûn. Me her tim xizanî dîtin. Lê em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Dema li Kobanê difikirim, ne xanî ne jî zarok tên bîra min. Dikarim her pênc zarokên xwe jî ji bîr bikim, lê nikarim Kobanê ji bîr bikim."

'TIŞTEKÎ ME TINE YE, LÊ...'

Osman Xelîl bang li Kobaniyên xaka xwe terikandine kir ku li cih û warên xwe vegerin û got, "Li Kobanê tiştekî me yê zêde nîne, lê gelek ji yên koç kirine xaniyên wan, erdê wan, dikanên wan heye. Çima ev bi vî rengî bimînin. Binêrin tiştekî me tineye, lê em ji bo vê xakê, ji bo vî welatî, ji bo vî miletî li vir in. Ev ber bajarê bîranînên me ye. Em li Kaniya Kurdan mezin bûn. Ya ku em li vir dihêle eşqa bîranînên me ye. Kobanê ji bo me eşqek kevn e. Em ê dest jê bernedin. Ez dikarin dest ji zarokên xwe berdim lê dest ji Kobanê bernadim."

'TI MAFEKÎ DAIŞ'Ê LI VIR NÎNE'

Kurdê Apê Nemir Hesen Xelîl bavê sê zarokan e û anî ziman ku rewşa wan baş e û got, "Em li dû YPG/YPJ'ê ne. YPG/YPJ bi pêş ve diçin. Em jî li vir wezîfeya asayîşê dikin. Em bi sivîlan re eleqedar dibin û ewlekariya wan dikin. Em du bira li vir karê asayîşê dikin. Bavê me birîndar bû. Ew li Bakur e. Her wiha birayekî me yê bi navê Mihemed jî di asayîşê de bû. Hawan lê ket. Ew jî niha li Bakur e, guhê wî nabihîze. Ker bûye."

Hesen Xelîl ê ku zarokên xwe bir Pirsûsê û bavê xwe yê birîndar Apê Nemir li nexweşxaneyê bicih kir, vegeriya Kobanê û got, "Bang li tevahiya Kobaniyan dikim: Werin ax, mal û milkên xwe biparêzin. Ti mafekî DAIŞ'ê li vir nîne. Dixwazin me tine bikin. Lê em gelê Kurd in. Werin em ala xwe li ba bidin, gund û bajarê xwe ji nû ve ava bikin."