Zarokên Êgir li Kutahyayê çalakî kirin

Zarokên Êgir li Kutahyayê wargeheke xwendekaran ku dijminatiya Kurdan dike dane ber êgir.

Insîyatîva Zaroken Êgir ragihand ku wan li Kutahyayê çalakî kirine.

Insîyatîvê got,''7'ê Gulanê li Kutahyayê, li gundê Gumele ya navçeya Gedizê wargeha taybet a xwendekaran hate şewitandin. Di encama şewatê de avahiya depoyê û  hemû tiştên tê de bi temamî şewitîn, zirara madî ya mezin giha ser waregeha tayet.''

Di peyamê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Her wargeha xwendkaran a ku dibe hêlîna ku dijminên Kurdan lê têne gihandin, li gel vê dibine mekanên tecawiza li zarokan û ciwaan û li ser hîmê ku xizmetê ji asîmîlasyon û qirkirinê re bike endaman ji bo dewleta faşîst û barbar digihîne di hedefa me de ye. Çalakiyên me yên şewitandinê ev ya pêşî ye û ne jî wê ya dawî be.''