Zarokê Kurd li Edeneyê hate girtin

Zarokê Kurd li Edeneyê hate girtin

Li Edeneyê xwendekarê bi navê B.A. yê 14 salî û li Dibistana Seretayî ya 80. Yilê di pola 6'an de dixwîne hate girtin.

Zarokê bi navê B.A. (14) ê ku li taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê di serdagirtina malê de hate binçavkirin hate girtin. Hate zanîn ku B.A. xwendekarê Dibistana Seretayî ya 80. Yilê di pola 6'an de dixwîne û bi hinceta di demên dawî de tevlî çalakiyan bûye û wêne û dîmeên wî hene hate binçavkirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê.