Zarok li eniyê, dê û bav li bajêr li ber xwe didin
Zarok li eniyê, dê û bav li bajêr li ber xwe didin
Zarok li eniyê, dê û bav li bajêr li ber xwe didin
Berxwedana Kobanê bi berdêlên giran û mînakên mezin ên lehengiyê tê meşandin. Besam û Xeyfa yên sê zarokên wan li eniya şer in dan xuyakirin, ku ji ber têkoşîna zarokên wan ew serbilind in û gotin, "Sedema yekemîn a mayîna me ya li vir ax e, sedema duyemîn jî zarokên me ne. Em li vê axê çêbûn û li ser vê axê zarokên me hatin dinê. Hemû zarokên li vir zarokên me ne. Em bi dijminekî barbar re rû bi rû ne. Çi dikeve ser milê me em hewl didin bikin."
Berxwedana Kobanê ya du meh li dû xwe hişt û di meha sêyemîn de dewam dike, bi berdêlên giran tê meşandin. Ji ber êrîşên DAIŞ'ê bi deh hezaran mirov neçar man cih û warên xwe, malên xwe biterikînin. Yên di nava berxwedanê de cih digirn jî, bi lehengiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş in. Di nava vê berxwedanê de li refên herî pêş gelek malbat cih digirin. Carna bav çeka xwe dide destê kurê xwe, carna jî dayik çekê radestî keça xwe dike. Yan jî bav li eniyekê, dê lie niyekê, zarok jî li eniyeke din li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Yek ji van malbatên di nava berxwedanê de cih digirin hevser Besam û Xeyfa û zarokên wan e. Besam û Xeyfa xwedî 8 zarokan e. Zarokên wan ên emrê wan gihaştî li nava refên YPG'ê têdikoş in. Du zarokên Besam û Xeyfa li eniyên li Kobanê têdikoş in, zarokekî wan jî li Kantona Cizîrê têdikoş e. Dê û bav li gel pênc zarokên mayî jî li eniya paş a Kobanê hem hewl didin debara xwe bikin hem jî barê şer parve dikin.
'HEMÛ ZAROKÊN LI VIR ZAROKÊN ME NE'
Bav Besam Mislim ragihand ku sê zarokên wî li eniya berxwedanê ne û got, "Keça min a mezin li Cizîrê di nava YPJ'ê de cih digire. Keç û kurekî min jî li eniyên li vir cih digirin. Yek jê li eniya rojava, ya din jî li yek ji eniyen nava bajêr cih digrie. Navê kurê min ê li nava refên YPG'ê Ocalan e, navê keça min a li nav refên YPJ'ê Rûbihar e."
Mislim anî ziman ku bi dijwarbûna êrîşên li hemberî Kobanê re derfetên wan ên derketinê hebûn, lê ew derneketin û sedema vê jî wiha tîne ziman: "Sedema yekemîn a mayîna me ya li vir ax e, ya duyemîn jî zarokên me ne. Yanî em li vê xakê çêbûn û zarokên me li ser vê xakê hatin dinê. Lê belê hemû zarokên li vir zarokên me ne."
'ÇI BAR DIKEVE SER MILÊ ME EM AMADE NE HILGIRIN'
Mislim got, "Li vir çi bar dikeve ser milê me em hewl didin hilgirin" û got, "Mînak; ji min re bêjin em ê biçin mewziyê ez ê biçim. Eger nikaribim biçim mewziyê ez radihêjim çeka xwe û kolanekê diparêzim. Ji bilî vê çi ji destê me bê em ê bikin." Mislim diyar kir ku hewa sar dibe lê dîsa jî ew ê bi awayekî bijîn û ev bang kir: "Em bi dijminekî barbar re rû bi rû ne. Em nikarin bûyerên li Şengalê qewimîn ji bîr bikin. Em dixwazin ciwan vegerin Kobanê. Em Kobanê bi hev re biparêzin. Kobanê wê neşikê. Wê her tişt mîna berê be, her kes vegere. Li ser her kevirekî Kobanê xwîna şehîdên me heye."
DAYIK: EZ SERBILIND IM
Dayik Xeyfa Mihemed Miho jî anî ziman ku ew ji berxwedana zarokên xwe bi rûmet û serbilind e û diyar kir ku heta çeteyên DAIŞ'ê derbasî aliyê din ê Çemê Firatê neyê kirin, ew ê neaxive.