Yuksel: Ji hevgirtina gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin

Hevjîna Alîkarê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel ê hate girtin Mehtap Yuksel got, "Ev yek darbeyek li dijî demokrasiyê ye. Ji yekbûna gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin."

CEMALETTÎN YUKSEL

Alîkarê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel yek ji 10 siyasetmedaran e ku ji ber stratejiya HDK'ê ya lihevkirina bajêr a CHP û DEM Partiyê ya li bajarên rojavayî ya hilbijartinên xwecihî hate krîmînalîzekirin û girtin. Yuksel ku bi salan di nava têkoşîna sendîkayî de bû û li qada siyaseta demokratîk dihate naskirin, weke 9 endam û rêveberên din ên meclîsa şaredariyê hîn di dema binçavkirinê de ji aliyê rojnamevanên alîgirê desthilatdariyê ve hedef hatin nîşandan, di 14'ê Sibatê de birin Edliyeya Çaglayanê û bi binpêkirina karîneya wî ya bêgunehiyê hate girtin. Hevjîna wî Mehtap Yuksel serdana Cemalettîn Yuksel kir ku 10 roj in li Girtîgeha bi Hejmara 9'emîn a Sîlîvriyê tê ragiritn û ji ANF'ê re axivî.

'HEWL DIDIN ÇAVÊ MUXALEFETA CIVAKÎ BITIRSÎNIN'

Mehtap Yuksel anî ziman ku hevjînê wê bi rengekî neheq û bêhiqûqî hate binçavkirin, girtin û destnîşan kir ku operasyona di bin navê lihevkirina bajêr de tê kirin kûmpaseke dadgeriyê ye ku ji bo çavtirsandina muxalefeta civakî hate kirin. Yuksel ragihand ku hevjînê wê Cemalettîn bi salan karê sendîkayî kir û got, "Hevjînê min li PTT'ê karmendî ji dewletê re kir, cihê xwe di nava desteya rêveber a KESK'ê de girt, ji Haber-Sen'ê re Serokatiya Giştî kir, endamê meclîsa partiyê ya HDP'ê bû. Lewma yekî naskirî bû. Niha li Edliyeya Çaglayanê li dadgehê pirsên 'Tu filan kesî nas dike? Ev kes çima li te geriya?' lê hatin kirin. Hevjînê min sendîkayî û siyasetmedar e, lewma gelekî asayî û normal e ku mirov lê bigere. Mînak, dema ku ez bi we re diaxivim ez sicîla we ya edlî napirsim, napirsim bê hûn têne darizandin an na. Ji xwe mafekî min ê bi vî rengî jî nîne. Tenê em silavê didin hev, ewqas. Her kes dikare li her kesî bigere. Hevjînê min bi salan li qada demokratîk têkoşiya. Ev yek weke sûcekî nikare bê nîşandan."

'YA KU DI DEMA HILBIJARTINÊ DE NE SÛC BÛ, GELO PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BÛ SÛC?'

Yuksel bi bîr xist ku hevjînê wê di dema hilbijartinê de qeydên sicîla edlî da û got, "Ya ku di dema hilbijartinê de ne sûc bû, gelo piştî hilbijartinê ji nişka ve bû sûc?" Yuksel ragihand ku ev bêhiqûqî ne tenê li hemberî hevjînê wê her wiha li hemberî 9 kesên din jî hate kirin û got, "Weke malbatên wan em dixwazin dawî li vê neheqî û bêhiqûqiyê bê anîn. Ev girtin bi rengekî fermî darbeya li hemberî îradeya gel e. Hûn mirovên bi dengê gel hatine hilbijartin bi rengekî nehiqûqî digirin. Hîn rûyê dozger nedîtibû, wêneyên wî li rojnameyên fermî hatin weşandin û hedef hate nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin. Dixwazin mirovên têkoşîna civakî ya demokratîk dimeşînin bi girtinên bêhiqûqî bêqîmet bikin, hevgirtin û piştevaniyê krîmînalîze bikin, şaredariyên ku nekarîn bi dest bixin desteser bikin. Ji yekbûna gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin."