Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî Fîgen Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand û got, "Ez bawer dikim ku di nav azadî, demokrasî û aştiyê de ez ê li Tirkiyê pêşwaziyê li we bikim."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re ku nehişt tevlî danişînê bibe, nameyek şand.

‘HEVGIRTINA WE MIROV XURT DIKE’

Nameya Yuksekdag a ku ji Girtîgeha Tîpa F ya bi Nimroya 1 a Kandirayê şandî wiha ye:

‘’Dostên ezîz,

Beriya her tiştî li ser navê hevalên xwe yên girtî we slav dikim bi hêviya ku hûn baş bin.

Di danişîna xwe de ya ku piştî 13 mehên di rewşa girtî de pêk hatî her çendî min hûn nedîtibin jî, min hebûna we ya biryardar û hevgirtînî li cem xwe hîs kir. Bi biryareke neheq nehiştin ku hûn werin hêwana danişîne, li ber dadgehê hûn hatin hiştin, li ser navê welatê xwe bi vê êşiyam. Li gel vê jî, gelê me yê ku asteng kirin werin hêwanê û hevalên me yên partiyê li ber avahiya dadgehê-kampûsa girtîgehê bi biryardarî sekinînin, hebûna we ez gelek şad û bextewar kirim.

Mixabin ku li welatê me siyaseta demokratîk û mirov li cem mirovên siyasetmedar be ne hêsan e. Lê bawer dikim ku rojekê teqez ne li ber deriyên dadgehan, ne li hêwanan, li nav azadî, demokrasî û aştiyê li Tirkiyê ez ê we pêşwazî bikim. Ev bawerî û armanc min û hevalên min xurt dike. Hevgirtina we jî hêza me geş dike. Ji bo hebûna we malî ava.

Bi hezkirin we hembêz dikim, dengê we bigihije her kûderê dixwazim ku hûn silavên min bigihînin.’’