Yuksekdag: Ji bo çareseriyê guh bidin daxwazên dayikan

Yuksekdag: Ji bo çareseriyê guh bidin daxwazên dayikan

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û hemû axaftina xwe ji pirsgirêkên jinan û tundiya li ser jinê re veqetand. Yuksekdag da zanîn ku ew berxwedana jinan a li Kobanê û Şengalê silav dikin û ew jin wekî rûmeta hemû jinan bi nav kir.

Yuksekdag di civîna heftane de bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Hemberî Tundiya li ser Jinan bal kişand ser pirsgirêkên jinan û têkoşîna wan a azadiyê. Yuksekdag da zanîn ku ew li ber berxwedana jinê ya ku dil û mejî kirine yek bejna xwe ditewînin.

‘ZÎHNIYETA MÊR LI PÊŞ E’

Yuksekdag destnîşan kir li welatekî ku zîhniyeta mêr serdest be, ew baş dizanin ku wê li wî welatî şer, cînayetên jinê û desthilatdarî li pêş be. Yuksekdag wiha pêde çû: “Lewre hûn rewşa jinê ya li Tirkiyeyê dizanin. Siyaseta desthilatdar a li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê wekî pirsgirêkeke polîtîk nabîne. Cînayetên jinan pirsgirêkek polîtîk e. Bi tenê di 10 mehên sala 2014’an de 227 jin hatin qetilkirin. Bi tenê ne qetilkirin, tacîz, tecawîz û lêdan a li hemberî jinan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek mezin.”

Yuksekdag bi bîr anî ku bi bêdengiya xwe meclîs dibe şîrikê qetlîamên li ser jinê û ev tişt anî ziman: “Ev meclîs ji bo ku tezkereyên şer derxe bi şevan dixebite. Lê li hemberî qetlîamên jinan tu hewldanan pêş naxe. Em bangî meclîs û desthilatdariya siyasî dikin ku dawî li vê bêdengiya xwe bîne. Divê demildest berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke na, wê bibin şirîkên van qetlîamên li hemberî jinan pêk tên.”

‘AKP LI DIJÎ WEKHEVIYÊ YE’

Yuksekdag da zanîn ku heta niha partiya wan ji bo mafên jinan û azadiya wan hewl da ku têkoşînê bimeşîne û bi van gotinan AKP û Erdogan rexne kir: “Em ê ji niha û pê ve jî bi hemû hêza xwe pêşengiya têkoşîna azadiyê ya jinên berxwedêr bikin. Hikûmet û rayedarên wê radibin û dibêjin ku azadiya jinê ne pêkan e. Serokkomar radibe û dibêje ku sedema newekheviya di navbera jinan û mêran de xwezayî ye û ango ji fitrata jinê ye. Heke li welatekî Serokkomarek bêje; ‘jin û mêr newekhev in’, li wî welatî qetlîamên jinan bi destê dewletê tê meşrûkirin. Di dema serhildana Amedê de jî Serokwezîrê wê demê digot; ‘Jin be jî zarok be jî  tişta pêwîst wê bê kirin’. Û niha jî heman kes Serokkomarê vî welatî ye.”

‘REWŞ KAMBAX E’

Di axaftina xwe de Yuksekdag li ser pirsgirêkên jinan rawestiya û wiha axivî: “Di qada kar de jî hebûna jinê nayê pejirandin û pirsgirêkên mezin ên jinan di warê xebatê de jî hene. Zîhniyeta Erdogan û rêveberiya wî ji bo vê yekê jî pêngaveke erênî neavêtiye û feraseta xwe ya ‘jin û mêr nabin wekhev’ di vî warî de jî didomîne. Li Tirkiyeyê daxwaza jinan a azadî, wekhevî û edaletê heye. Lê rêveberiya AKP’ê guh û çavên xwe ji van daxwazan re girtine. Ji bo Tirkiyeyê tabloya şermê ye ku hîn jin tên qetilkirin, tên tacîzkirin û tecawîzkirin. Îstatîstîkên der barê mijarê de rewşa kambax radixin ber çavan. "

Fîgen Yuksekdag rexne li Erdogan kirin û wiha got: “Radibe dersa dayiktiyê dide jinan. Lê hîn jî dayikên zarokên wan hatine windakirin bi çavên rondik li bendê ne ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Dayik hîn jî li bendê ne ku kujerên zarokên wan bên darizandin. Hîn jî dayik ji ber ku zarokên xwe di şer de, di qezayên kar de winda dikin, her roj digirîn. Li hemberî vê heqîqetê Serokkomar çawa dikare dersê bide zarokan.”

‘EW JIN RÛMETA ME NE’

Yuksekdag bal kişand ser berxwedana jinên Kurd û ev tişt anîn ziman: “Li gel vê tabloya kambax li Kobanê, li Şengalê jin bi berxwedaneke nedîtî li ber xwe didin. Jinên Kurd li Kobanê û Şengalê li hemberî zîhniyeta faşîst a ku jinan li bazara koleyan difiroşe şerê hebûnê û azadiyê dimeşîne. Em van jinan ji dil û can silav dikin û ew rûmeta hemû jinên cîhanê ne. Hezar silav ji wan re be. Em ê ji bo piştgiriya berxwedana jinan a li Şengal, Rojava û Kobanê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Yek ji deynê me jinan e ku em jinên Êzîdî û Tirkmen ên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Binêrin ti dewlet û saziyên navneteweyî ji bo rizgarkirina van jinan xwa nawestînin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku maseyeke krîzê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bê dîtin.”

Li AKP û partiyên din binêrin ka çawa nêzî jinan dibin. Li gorî wan jin pîneyek an jî parçeyekê xemlê yê partiyên wan e. Lê di programa HDP’ê de nîvê têkoşîna me ya azadiya jinan e û her wiha bi kêmasî nive nîv temsîla jinê pêk tê. Me heta niha gelek pêşnûmeqanûn û teklîf ji bo mafên jinan pêşkêş kirin. Lê hemû jî ji ber muxalefeta desthilatdariyê hatin redkirin. Bi hewldanên me di meclîsê de Komîsyona Jinan hate avakirin.

Yuksekdag axaftina xwe bi gotina ‘Şêr şêr e. Çi jin e, çi mêr e’ domanda û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çareseriyê divê guh ji daxwazên jinan û dayikan re bê dayîn. Jin îro weke lehengan li qadên pêş de li ber xwe didin. Em ê bi vê berxwedanê civakê û zilam azad bikin. Ew sînorên ku ji jinan re hatine diyarkirin, dê bi têkoşînê bên hilweşandin.”