Yuksekdag: Em piştgiriyê didin ATÎK'ê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag ku ji bo tevlî rûniştina doza girtiyê şoreşger Pektaş bibe hat Yewnanîstanê,, operasyonên li dijî ATÎK'ê şermezar kir.

Rûniştina doza girtiyê şoreşger yê ATÎK'ê Denîz Pektaş a li Yewnanîstanê, ji ber rewşa nebaş a aboriyê ya li vî welatî hat taloqkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, hunermend Pinar Aydinlar û nûnerên Sendîkaya Belediye-Îş’ê û rêveberên ATÎK’ê ji bo runiştinê bişopînin hatin Atînayê.
Heyetê li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civînê de Nûnera ATÎK’ê Aydinlar, nûnerê ABDEM’ê Alî Ekber Pektaş û Yuksekdag axivîn.
'EV DI HEMAN DEMÊ DE ÊRÎŞA LI DIJÎ HDP’Ê YE'
Yuksekdag diyar kir ku ew wek HDP’ê operasyonê şermezar dikin û piştgiriyê didin ATÎK'ê. Yuksekdag got, "Operasyona ku emperyalîzma Elman kir, mînaka bêhiqûqiyê ye. ATÎK hem li Tirkiyeyê û hem jî Ewropayê destekek mezin da pêvajoya hilbijartinê. Em vê êrîşa li dijî ATÎK’ê pêk hatiye, wek êrîşeke li dijî HDP’ê dinirxînin. ATÎK’ê bi têkoşîna ku meşandiye, bûye mewziya ked û demokrasiyê. Ji ber vê xebatên ku meşandine wek xebatên terorê nekare bê nirxandin. Eger wisa be sûcê ku Denîz Pektaş kiriye, 6 mîlyon hilbijêrên ku deng dane HDP’ê kiriye. Em ê bibin şopdarê vê dozê."