Yuksekdag bi peyamekê piştgirî da ESP’ê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag, banga piştevaniyê ji bo rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê girtî tê darizandin, peyama piştevaniyê ji endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) re şand.

Piştî Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş  jî di nav de 51 kes hatin destgîrkirin, Yuksekdag peyama piştevaniyê şand.

Yuksekdag, li ser hesabê twitterê anî ziman ku serdegirtina polîsan a li dijî ESP'ê û destgîrkirina rêveberan nikare meşa heviyê rawestîne. Yuksekdag xwest li Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û hemû endamên ESP'ê xwedi derkevin û piştevaniyê xurt bikin.