Dema ku parêzerên Komeleya Hiqûnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) ên bi Biryarnameyên di Hikûmê Qanûnê de (BHQ ji erkê hatibû girtin, xwestin li pêşiya edliyeya Îzmîrê daxuyanî bidin polîsan êrîş bire ser wan û 26 parêze û rojnamevanek derb kirin û destgîrkiribûn. Piştî îfadeya parêzer û rojnamevan hatin girtin û şûnde berdan. Piştî ku parêzer hatin berdan û şûnde li pêşiya Baroya Îzmîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Baroyê Ozkan Yucel û rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Baroyê Yucel axiv û ji bo qeyûmên ku şaredarî dagirkirine peyva ‘darbe’ bi kar anî.
Yucel got: “Qeyûm darbeyeke ku li dijî demokrasiyê pêk hatiye.” Yucel diyar kir ku ew êrîşa li ser hevalên xwe yên ku xwestin ramanên xwe bînin ziman carekî din şermezar dikin û diyarkir ku wê şopdarên wê bin. Yucel destnîşan kir ji bo berpirs bên cezakirin wê tişta pêwîst bikin.”