YSK li ser encamên hilbijartinê daxuyanî da
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven li ser encamên hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da. Guven got, Erdogan piraniya dengan stendiye.
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven li ser encamên hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da. Guven got, Erdogan piraniya dengan stendiye.
Guven diyar kir ku heta niha bi qasî 97.7 ji sedî ya encamên hilbjartinê ketiye sîstema wan û got, "Hejmara dengên ku hîn neketine sîstemê wê bandorê li encamê nekin."
Guven da xuyakirin ku Recep Tayyîp Erdogan piraniya dengên derbasdar stendiye.
Li gorî encamên nediyar, Guven partiyên ku ji benda hilbijartinê ya 10 ji sedî derbas kirine anî ziman: AKP, CHP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP û Partiya Saadetê.