YSK ji bo mîtîngên Demîrtaş cih da, lê destûra tevlîbûnê neda!

Desteya Hilbijartinê ya Bilind mohra xwe danî binê skandaleke nû. YSK'ê cihê mîtînga Selahattîn Demîrtaş eşkere kir, lê tevlîbûna Demîrtaş a li mîtîngê qebûl nekir.

Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li biryarên desteyên YSK ên navçeyan nayê. Serlêdana namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş a ji bo mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê ji aliyê desteyên hilbijartinê yên pêwendîdar ve hate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî Desteya Hilbijartinê ya Bilind serlêdana Demîrtaş a ji bo tevlîbûna li van mîtîngan red kir.

HATIBÛ XWESTIN KU BI XWE YA JÎ BI RÊYA SEGBÎSÊ TEVLÎ BIBE

Piştî ku serlêdana bi navê Demîrtaş ji bo mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê hate qebûlkirin, parêzerên HDP'ê daxwazname dan Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Wezareta Edaletê ji bo Demîrtaş karibe tevlî mîtîngan bibe.

Di daxwaznameyê de hate xwestin ku Demîrtaş bi xwe ya jî bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî mîtîngan bibe.

Tevî ku desteyên hilbijartinê yên navçeyan serlêdana ji bo mîtîngên Demîrtaş qebûl kir û li wan bajaran cihê mîtîngê diyar kir jî, Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxwaza ji bo tevlîbûna Demîrtaş red kir.