YRD: Em ê bibin şopdarên xeyalên azadiyê yên Bûldan

Koordînasyona YRD’ê diyar kir ku ew ê bibin şopdarên xeyalên azadiyê yên Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan û sersaxî da malbata wê ya welatparêz, xebatkarên Rojeva Medya û kedkarên çapemeniya azad.

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji bo Edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan peyama sersaxiyê weşand. Di peyama YRD'ê de hate gotin, "Me hevala xwe, Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan, ji bo krîza dil ji dest da. Hevrêya me Evîn Buldfan, tim bi fedekariyeke mezin û azweriyekê bûye dengê heqîqetê û ji vê nehatiye xwarê. Heta hilma xwe ya dawî xebatên xwe domdankiriye û kedkariya heqîqetê kiriye. Em diyar dikin ku ji ber ku jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in, di serî de malbata wê ya welatparêz, em sersaxiyê didine kedkarên çapemeniya azad, em diyar dikin ku em ê bîranînên wêb idin jiyîn û bibin şopdarên xeyalên wê."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hevala me Evîn Bûldan bi azweriya xwe ya xebatê, biryardarî û dilsoziya xwe ya bi heqîqetê re bûye şopdarê hevrêyên me Denîz Firat û Nûjiyan Erhan. Di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê fikirîn, pirsîn û ronîkirina rastiyan weke sûc tê dîtin, her roj nûçegihan têne binçavkirin, girtin û kuştin, mînaka wêrekiyê nîşan da. Bûyek yek ji wan kesan ku parastina wê kiriye Kurd bi zimanê xwe agahdar bin û rasterast ev hilgirtiye. Di rewşeke wiha de ku li ser Kurdan operasyonên qirkirina siyasî û fizîkî tê kirin, nirxên zimanî, çandî û civakî yên Kurdan, azadiya wê parastiye û têkoşîna vê ya nirxdar bi rê ve biriye.

Hevala me Evîn ku di şertên penaberiyê de jiyaye, têkoşîna pêkanîna xeyalên zaroktiya nîvco û ciwantiyê li dilê Kurdistanê, keleha berxwedanê bi nûçegihaniyê armanc kiriye ku pêk bîne. Girêdayîbûna wê ya bi kokên wê, nirxên wê yên gewherî ve, kiriye ku ew bibe şervana têkneçûyî yê doza azadiya gelê wê. Têkoşîna xwe ya herîm ezin bi xwedîderketina li zimanê xwe, bi gihandina wê ya ji bo civakê pêk anîye. Bi vê maneyê keda herî nirxdar a li Têkoşîna Azadiya Kurd bi xwedîderketina li zimanê Kurdî pêk aniye.

Bûye şopdarê Rohatan ku di di rewşa zilm, zext, êşkenceya faşîzmê de bûye dengê gelê Kurd û ji vê bi paş ve gav neavêtiye. Bi mîrata ku ji heval Rohat Aktaş wergirtî, bêyî ku bibe şev û roj e mînaka fedekariya mezin nîşan daye, tevlî nav karanê şehîdên çapemeniya azad bûye. Em soza ku me dayî Denîz, Rohat û Nûjiyan yan bi rengê, ‘’Qelema te wê li erdê nemîne, em ê heqîqeta ku we diqîrî biqîrin’’ careke dî ji bo hevala xwe Evîn Bûldan jî didin. Em Çapemeniya Azad diyar dikin ku em ê li keda ê xwedî derkevin, bibin şopdarên xeyalên wê yên azadiyê, di serî de malbata wê ya welatparêz em sersaxiyê didine xebatkarên rojnameya Rojeva Medya û kedkarên Çapemeniya Azad."