YPS/YPS-JIN: Meha Tîrmehê 10 JOH/POH hatin kuştin, 51 birîndar bûn

Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN bîlançoya çalakiyan a meha Tîrmehê eşkere kir. Li gorî vê yekê di nava mehekê de 10 endamên JOH û POH hatin kuştin û 51 jî birîndar bûn.

Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên meha Tîrmehê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di nava meha Tîrmehê de 10 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatin kuştin û 51 birîndar bûn ku rewşa 18 ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de têkildarî qad û amûrên hêzên dagirker ên li Tirkiye û Kurdistanê hatine îmhakirin jî ev agahî hatin dayin:

"Jemirek ku sînyalan têk dibe, wesayiteke îstîxbaratê, jeneratorek, 4 febrîqe, 5 wesayit, hangareke leşkerî, qadeke tûrîstîk, 3 avahiyên havînî, 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa akrep, 2 navendên belavkirina elektrîkê û otobusek."

Di daxuyaniyê de kesên ku hevkarî û sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin hate hişyarkirin û hate gotin, "Heta ku ajan-noker û xayin li Kurdistanê biqedin em ê ranewestin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bi lehengiyên bi heybet tijî ne ku roja me ronî dikin. Di şexsê şehîd Çiyager, Çeko û Rûkenan, rêbaza fedayîtî û afirîneriyê afirî û xeta şerê bajaran hate destnîşankirin.

YPS/YPS-JIN bûn nûnerê vê xetê. Li Nisêbîn, Sûr, Şirnexê artêşa Tirk a dagirker xiste sendromê. Ruhê fedayî ku têkçûneke mezin bi dewleta Tirk da kirin, îro jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li her deverê li ber faşîzmê radibe.

Dewleta Tirk her roj bombeyan li gund û çiyayên Kurdistanê dibarîne û sivîlan dikuje. Bi rêbazên li derveyî mirovahiyê bi rêk û pêk êrişê dibe ser nirx, hebûn, rûmet û namûsa gelê Kurd. Çeteyên AKP-MHP'ê ku di faşîzmê de gihîştine asta herî bilind, bi hovîtiyeke ku li dinyayê nehatiye dîtin goristanan xera dikin, dişewitînin. Em vê rejîma ku dijminê Kurdan e baş nas dikin. Me kuştina pitikên 2 mehî, şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan ji bîr nekir. Em hêrsa Kurdan e û bi soza tolhildana mezin em ê hesabê kiryarên dewleta Tirk a dagirker jê bipirsin."

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xweparastinê hate kirin û bang li her kesî hate kirin ku bi rê û rêbazên xweparastinê debê li mêtingeriyê, nokeran bixin û pêngava tolhildanê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna di berxwedana Xwerêveberiyê de YPS/YPS-JIN wê li bajaran jî tirsa dilê dewleta Tirk a dagirker be. Çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be."