YPS-JIN’ê li dijî dagirkeriyê li 5 bajaran çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê li 5 bajaran li dijî dagirkeriyê çalakî li dar xist. Yekîneyê got, “Îro her Kurd divê li dijî dewleta Tirk a dagirker şerê xweparastinê bike.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û nokeran’ û li dijî êrîşên dagirker ên li Heftanînê çalakî li dar xistine. Yekîneyê diyar kir ku wan li Stenbol, Mereş, Îzmîr, Sakarya û Çorûmê çalakî li dar xistine û li dijî dagirkeriyê peyama berxwedanê dan.

FABRÎKEYA AKP’YIYAN HATE ÎMHAKIRIN

Derbarê kitekitên çalakiyan ev agahî hate dayîn:

“Endamên yekîneya me di 21’ê Hezîranê de li navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê di dahnê nîvro de li dijî fabrîkeya tekstîlê ya kesên AKP’yî çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de fabrîkeya kesê AKP’yî hate îmhakirin.

Di 21’ê Hezîranê de di destê êvarî de endamên yekîneya me li ser rêya Mereş-Dîlokê li dijî 2 depoyên fabrîkeya tekstîlê ya alîgirê AKP’ê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Beşeke fabrîkeyê û 2 depoyên wê şewitîn û îmha bûn.

Endamên yekîneya me di 21’ê Hezîranê de li Odemîşa Îzmîrê depoya kayê ya kesên faşîst şewitand. Di vê çalakiyê de depoya kayê îmha bû.

WESAYÎT Û ATOLYEYÊN FAŞÎSTAN HATE HILWEŞANDIN

Di 20’ê Hezîranê de endamên yekîneya me li Taxa Ûlûkavak a Çorûmê li dijî wesayîta kesekî faşîst çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta kesê faşîst şewitî û îmha bû.

Yekîneyên me di 19’ê Hezîranê de li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê li sîteya sanayiyê 2 çalakiyên sabotajê li dar xist. Di van çalakiyan de atolyeya mobîlya û sîngerê ya alîgirê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bû xwelî.

Di 17’ê Hezîranê de endamên yekîneya me li navçeya Karasû ya Sakaryayê li dijî kargeha kesekî faşîst ê AKP’yî çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de beşeke mezin a kargehê îmha bû.

Di 16’ê Hezîranê de endamên me li Aksaray, Okmeydani û Gaziya Stenbolê li dijî 3 wesayîtên kesên alîgirên AKP û MHP’ê çalakiya sabotajê li dar xist. Di van çalakiyan de her 3 wesayît şewitîn û bûn xwelî.

Endamên yekîneya me di 16’ê Hezîranê de saet di 02.00’an de li Tarlabaşiya Stenbolê 2 wesayîtên faşîstan şewitand. Di vê çalakiyê de her du wesayît jî bûn xurde.

Yekîneyên me di 16’ê Hezîranê saet di 11.00’an de li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê avahiyeke 7 kat a mutahîtekî faşîst ê ji Trabzonê şewitand. Di vê çalakiyê de ban û serbanê avahiyê bû xwelî.

Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê di 13’ê Hezîranê de saet di 11.00’an de li Sûltanbeyliya Stenbolê bi molotofan li 2 avahiyên faşîstên AKP û MHP’ê dane.Endamên me bi molotofan li mala faşîstên AKP û MHP’ê dan. Di vê çalakiyê de ev mal şewitî.

Di 9’ê Hezîranê de endamên me li navçeya Hendekê ya Sakaryayê li dijî fabrîkeya veguherînê ya alîgirên rejîma AKP û MHP’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de fabrîke bû xwelî.”

‘HETA KU FAŞÎZMA AKP Û MHPÊ WERE PARÇEKIRIN’

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan êrîşên xwe yên qirkirinê zêdetir kiriye, li her dera Kurdistanê êrîşên îmha û dagirkeriyê zêde dike.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê got ku, “Dema textê rejîma AKP û MHP’ê diheje û hilweşandina wan nêz dibe, êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde dike.

Qehremanên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li dijî êrîşên dagirker berxwedaneke bêhempa nîşan didin, li Heftanîn û çiyayên Kurdistanê ji dagirkeran re dikin dojeh. Em şervanên YPS û YPS JIN’ê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê şerê xweparastinê dikin. Em heta ku faşîzma AKP û MHP’ê parçe bikin, em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin. Ciwanên Kurd di serî de, hemû gelê me yê Kurdistanê divê têkeve van çalakiyan. Îro her Kurd divê li dijî dewleta Tirk a dagirker şerê xweparastinê bike. Em ê bi ruhê xwerêveberî û Cenga Heftanînê teqez bi ser bikevin.”