YPS’ê sabotaja li dijî fabrîqeya li Bodrûmê li xwe girt

Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Harûn Koçer a YPS’ê çalakiya sabotajê ya li dijî fabrîqeyek ya li navçeya Bodrûm a Mûglayê hate kirin li xwe girt.

YPS a daxuyaniyek nivîskî da ragihand ku 30’ê Kanûnê li dijî fabrîqeya paletan a serokê AKP’ê yê navçeya Bodrûm Osman Gokmen çalakiyeke ya sabotajê kirine.

Hate ragihandin fabrîqeya li ser rêya Cûmhûryetê ya Taxa Yahşî di encama çalakiyê de bi temamî şewitiye.

YPS’ê got: “Wê qat bi qat hesabê her cûre polîtîka û zilma li Kurdistanê tê kirin bê xwestin. Li kolanan, taxan, bajar, herêmên turîstî, terzê jiyana luks, sîxûr, faşîst, hevkar û hevkarên xwe li her cûre şekil û şemaleke din pêçayî wê di hedefa me de bin û bên îmahkirin.”