YPS'ê li Wanê li dijî stesyona bazê çalakiya sabotajê kir
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Destan Serhed ragihand ku wan li Wanê li dijî stesyona bazê ya Turkcellê çalakiya sabotajê kirin, li Aydinê jî atolyeyeka mobilyayan şewitandine.
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Destan Serhed ragihand ku wan li Wanê li dijî stesyona bazê ya Turkcellê çalakiya sabotajê kirin, li Aydinê jî atolyeyeka mobilyayan şewitandine.
Tîmên Bersivdanê ragihandin wan bi çarçoweya, ''Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingeran û sîxûr-nokeran'' li dijî stesyona bazê çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên wan ên bersivdanê 29'ê Tebaxê nîvê şevê li dijî stesyona bazê ya Turkcellê ya li navbeyba gundên Gulyolu û Qandîlê ya navçeya Payizaxa çalakiyeke sabotajê kirine û stesyona bazê bi temamî îmha bûye.
Di eynî daxuyaniyê de her wiha hate gotin 31'ê Tebaxê jî li navçeya Efelerê ya Aydinê atolyeyeke mobilyayan hatiye şeiwtandin û atolye ketiye rewşeke wiha ku nema dikare were bikaranîn.
Li dawiya daxuyaniyê hate gotin, ''Em biryardar in, heta ku dewleta Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê necehime em ê nesekinin. Bi desteka gelê me li ser xeta berxwedanê, li her deverê bi her rengî wê çalakiyÊn me bidomin.''