YPS'ê li Stenbolê agir berda wesayitekê

YPS'ê ragihand ku yekîneyeke wan li Tarlabaşi ya Stenbolê agir berda wesayita kesekî ku xizmet ji faşîzmê re dikir.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ragihand ku tîma bersivdanê ya Şehîd Stêrk Goyî li Tarlabaşi ya Stenbolê di 27'ê Mijdarê de saet 14:00 agir berda wesayita kesekî ku xizmet ji faşîzmê re dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gerîlayên azadiyê, gelêw Kurd û her kesên di çarçoveya paradîgmaya modernîteya demokratîk de têdikoşin pîroz dikin."

YPS'ê diyar kir ku bi hêza ji operasyona şoreşgerî ya gerîla ya li çiyê werdigirin, wê di nava ti şert û mercî de rê nedin faşîzmê.